'Deng ji partiya azadîparêziya jinê re'

Saziyên li Elmanyayê bi daxuyaniyekê ragihandin, ku AKP bi tinehesibandina destûra bingehîn û hiqûqê re, bi zilm û şerê li dijî daxwaza guhertinê ya gel, Tirkiyeyê di 1'ê Mijdarê de dixe nava hilbijartineke pêşwext.

Saziyên li Elmanyayê bi daxuyaniyekê ragihandin, ku AKP bi tinehesibandina destûra bingehîn û hiqûqê re, bi zilm û şerê li dijî daxwaza guhertinê ya gel, Tirkiyeyê di 1'ê Mijdarê de dixe nava hilbijartineke pêşwext.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Yekîtiya Jinên Koçber, Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd, DÎDÎF, Cîhaneke lê were jiyîn, SKYP, SDP, FEDA, AABF û NAV-DEM'ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin, "Di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de, daxwaza gelên Tirkiyeyê ya ji bo guhertinê, xwe li sindoqê da der. Benda ji sedî 10'an a rejîma 12'ê Îlonê ya faşîst hilweşiya. HDP bi rêjeya ji sedî 13.1 ê dengan re bi 80 parlamenteran re cihê xwe li Meclîsê girt. Xeyala Erdogan û AKP'ê ya heta 2023'an û sîstema Serokatiyê li dîwarê vîna gelên bindest ket. Erdogan û desthilatdariya AKP'ê yên hurmet nîşanî vê vînê nedan, konsepteke şer a nû xistin dewrê.

Bi komkujiya li Pirsûsê ya 20'ê Tîrmehê re starta vê konsepta şer hat dayîn. Hînê xwîna komkujiya li Pirsûsê ziwa nebû, dest bi qirkirina siyasî kirin. Bi hezaran kes hatin binçavkirin û girtin; serdegirtinên li mal û rêxistinên civakî yên demokratîk; înfazên bêdaraz bi lez û bez destpê kirin. Binpêkirina azadiya çapemenî-medyayê gihaşt radeya destwerdana li hesabên şexsî yên medya sosyal."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Erdogan darbeya qesrê bi awayekî vekirî îlan kiriye û hat diyarkirin ku di bîlançoya vî şerê 40 rojan de, bi gerîla, mirovên sivîl, leşker û polîsan re bi giştî 178 mirovan jiyana xwe ji dest dane, li 15 bajaran 130 herêmên ewlekariyê yên taybet hatine ragihandin. Di daxuyaniya hepar de hat destnîşankirin ku her roj zarok, sivîl tên qetilkirin, li Kurdistanê şer bi hovîtiyee mezin dewam dike û hat gotin, "Şer herî zêde li jinan dide û nasnameya jinê hedef digire. Hêzên ewlekariyê yên desthilatdariya AKP a xwedî zîhniyeta DAIŞ'ê, di binçavkirinan de îşkenceya zayendî li jinan dikin. Îşkenceya lêgerîna bi tazî, creke din xistin dewrê. Asta îşkenceya zayendî ewçend bêperwa bû, ku li Gimgimê bedena mirî ya gerîla Ekîn Wan (Kevser Elturk) tazî kirin, avêtin nava kolanan û teşhîr kirin. AKP a nikare xwe li zindîbûna jinê rabigire, îşkenceyê li miriyê jinan jî dike!

Konsepta şer a bi darbeya qesrê pêk tê, herî zêde nasnameya zayendî ya jinê hedef digire. Desthilatdariya AKP'ê ya 13 salan bi polîtîkayên xwe yên dijminatiya li jinê di rojevê de bû. Ev feraseta zayendîparêz û feraseta serdest a mêr, bêhtir bê perwar bûye û bi polîtîkayên hov û barbar re di êrîşa li hemberî bedena jinê de sînoran nas nake.

Erdogan ê nekarî bibe serok û AKP a bi tena serê xwe nekarî bibe desthilatdar, bi tinehesibandina destûra bingehîn û hiqûqê re, bi zilm û şerê li dijî daxwaza guhertinê ya gel, Tirkiyeyê di 1'ê Mijdarê de dixe nava hilbijartineke pêşwext. Di vê pêvajoya hilbijartinê ya di mercên şer û awarte de tê lidarxistin, weke jin em ê careke din alîgirê aştî, demokrasî û azadiyê bin.

Weke karker, kedkar, rewşenbîr û jinên ji ber xizanî, êrîşên bênasname hiştin, binpêkirin, şîdet, zext, îşkence û bêrêxistin hiştinê neçar man bên xaka Ewropayê, em polîtîkayên hilbijartinê dişopînin û dengê xwe li derveyî welat bilind dikin. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de me bi awayekî şênber dît ku dengên li derveyî welat diyarker in. Aşkera ye ku dengekî bi tenê jî gelekî girîng e!"

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Weke jin em li dijî darbeya qesrê, dibêjin vîna gelan! Em sîstemeke serokatiyê û rêveberiyeke dîkta ya faşîst, baviksalarî, paşverû û şoven naxwazin. Em dixwazin konsepta şer a AKP'ê bi dawî bibe û polîtîkaya aştiyê bikeve meriyetê" û wiha hat gotin:

"Weke jin em sîstemeke perwerdeyê ya zayendîparêz û bi polîtîkayên serdestiya mêr dimeşe, naxwazin!

Em jin; jiyaneke nû ya wekhev, azad, adîl û bi rûmet dixwazin.

Navnîşana Jiyana Nû, HDP ye!

HDP: Ji bo rizgariya ked û bindestan, partiya yekane ye ku ji yekîtiya hêzên ji bo azadî, aştî û edaletê têdikoşin, e.

HDP: Yekane partî ye, ku ji navendê heta rêxistinên herêmî di her qada rêxistinbûyînê de bi sîstema hevserokatî û kotayê re wekheviya temsîlê ya li siyasetê dike mecbûriyetek û vê bi cih tîne.

HDP: Yekane partî ye, ku li hemberî sîstema serdest a mêr, polîtîka û pêkanînê vê, li hemberî her şêwe şîdeta li dijî jinê têdikoşe, ji bo bidawîbûna cînayetên jinan û pêkhatina ewlekariya jiyanê ya jinan têdikoşe û pîvana "Di naskirina şîdeta zayendî û lêpirsîna şîdeta li dijî jinê de beyana jinê esas digire" ye.

HDP: Yekane partî ye, ku girîngiyê dide dîtina keda jinê ya li nava malê û ji bo bidestxistina mafên civakî yên jinên kedkarên malê têdikoşe.

HDP: Yekane partî ye ku xizmetên cemaweriyê bi taybetî li gorî pêwîstiyên jinan bi rêve dibe û bi pîvana cihêkariya pozîtîf a ji bo jinan, vê xizmetê dike.

HDP: Yekane partiye ku polîtîkaya 'Her civak bi qasî azadbûna jinê azad e' ji xwe re kiriye şiyara bingehîn.

HDP: Yekane partî ye ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane, demokratîk, mafên wekhev û yekîtiya ji dil, hiqûqa welatîbûna azad diparêze!

HDP: Yekane partî ye ku jiyaneke bê homofobî û transfobî lê hebe, jiyaneke wekhev û azadîparêz a mirov ji ber meyla xwe ya zayendî û nasnameya xwe ya zayendî lê nayên kuştin, diparêze!

HDP: Hebûneyeke civakî ye ku ji bo bidawîkirina feraseta dewleta otorîter, antî demokratîk, burokratîk û zayendîparêz, xwe dispêre yekîtiya ji dil, wekhev û cihêrengiyan.

HDP: Banga Jiyana nû ye ku gel xwe yekser bi rêve dibe ye. 

Ji bo li dijî polîtîkayên zayendîparêz, dijminatiya li jinê, antî demokratîk û darbeya qesrê derkevin, em bang li hemû jinan dikin ku li dora xeta 'Jiyana Nû' bicivin!

DENG JI PARTIYA AZADÎPARÊZIYA JINÊ RE!

DENG JI HDP'Ê RE!"