Li Meletiyê jî êrîşî avahiya HDP'ê kirin
Li Meletî komeke nîjadperest êrîşî avahiya HDP'ê ya Meletiyê kir.
Li Meletî komeke nîjadperest êrîşî avahiya HDP'ê ya Meletiyê kir.
Li Meletî komeke nîjadperest êrîşî avahiya HDP'ê ya Meletiyê kirin. Piştî li gelek navendan êrîşên li dijî avahiyên HDP'ê zede bûn, li Meletiyê jî komek nîjadperest ku ji 100-150 kesan pêk dihat bi dirûşman êrîşî avahiya HDP'ê ya Meletiyê kir. Polîsên hatin cihê bûyerê jî tenê temaşe kirin. Komê ala Tirkiyeyê bi avahiya HDP'ê daliqand û diyar kir ku heta avahiyê neşewitînin wê ji vir neçin.