Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1 û 2 a Kiriklarê tên ragirtin, li salonên bendemayînê yên li nexweşxaneyan û li ser rêya polîklînîkan rastî pêkanîna du kelepçeyan tên.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1 û 2 a Kiriklar a Îzmîrê tên ragirtin, piştî ku dibin nexweşxaneyê ji salona bendemayînê heta polîklînîka lê mûayene bibin, rastî pêkanîna du kelepçeyan tên.
Piştî ku destê girtiyan bi kelepçeyê tên girtin, bi kelepçeya duyemîn re jî destê girtiyan bi yê leşkeran ve tê girêdan. Girtî vê rewşê qebûl nakin û bi qîrîna dirûşmeyan re tedawiyê red dikin. Îdareya Girtîgehê jî hewl dide bi gotina "fermana rayedarê payebilind ê leşkerî yê nû hatiye" vê rewşê rewa bike. Girtiyên ji ber vê pêkanînê ev meheke nikarin tedawî bibin, derman jî ji wan re nayê dayîn.
Girtiyan dan xuyakirin ku ji ber vê pêkanînê girtiyên bi nexweşiya giran nikarin tedawî bibin û nexweşiyên wan girantir dibin. Girtiyan xwestin ev pêkanîn bi dawî bibe û banga hestyariyê li raya giştî kirin.
Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TAYD-DER) Nerîman Bîrlîkler der barê mijarê de ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku rewşa şer a heyî weke kîn, hêrs û şîdetê bandorê li girtîgehan dike.
Bîrlîkler anî ziman ku şert û merc roj bi roj girantir dibin û got, "Li hemû girtîgehan şîdet, îşkence û jidestgirtina mafan bi awayekî hemwextî destpê kirine. Îşkenceya li Tîpa L a Antalyayê, sirgûnên ji girtîgeha Amedê û pêkanînên li dijî mirovahiyê yên di dema van sirgûnan de. Qedexeyên weşan û hevdîtinê yên nû destpê kirine. Ev hemû bandora şer a li girtîgehan e."
Bîrlîkler diyar kir ku ev pêkanîna li Girtîgeha Kiriklarê tê wateya binpêkirina rûmeta mirovahiyê û ragihand ku mercên tedawîkirinê yên girtiyên nexweş ji xwe nîne, bi vê pêkanînê re nema dikarin dermanên xwe jî peyda bikin. Bîrlîkler da zanîn ku ew ê bi lez û bez hewl bidin hişyariyekê biafirînin û ji bo terikandina vê pêkanînê dest bi kar bikin.