Li Mûşê 2 girtin, li Bedlîs û Amedê 4 binçavkirin

Li Mûşê 2 kes hatin girtin, li Bedlîs û Amedê jî 4 kes hatin binçavkirin.

Tevî êrîşên hêzên çekdar ên AKP'ê, operasyoNên qirkirina siyasî jî dewam dikin. Li Mûş, Bedlîs û Amedê îro jî girtin û binçavkirin hebûn.

MÛŞ

Welatiyen bi navê Îsmaîl Tayden û Remzî Coşkûn ên li navçeyên Mûş Milazgir û Kopê hatin binçavkirin, piştî ragirtina li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Milazgirê, sewqî edliyeyê hatin kirin. Tayden û Coşkûn bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin û li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê hatin bicihkirin.

BEDLÎS

Li Bedlîsê jî polîsan li ser rêya Seîdî Kurdî wesayîta bi plaqeya 17 FT 222 sekinandin û 2 kesên di wesayîtê de binçav kirin. Navê kesên hatine binçavkirin nehat zanîn, lê hat ragihandin ku karkerên înşaetê ne.

AMED

Li navçeya Amed Farqînê, ajokarê qemyoneke xîz ji înşaetekê re dibir Şîrîn ê paşnavê xwe nehat zanîn û xwediyê înşaetê Tûrgût Tayik hatin binçavkirin. Binçavkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê tên ragirtin.