ROJANE
Hemû Nûçe
-
Polîsên Tirk li Sûrê ciwanekî din qetil kirin
Li navçeya Amed Sûrê, polîsên Tirk ciwanekî bi navê Halîl Tuzulerk qetil kirin. -
Demîrtaş: Dewlet bûye mafya, bûye kujer!
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş diyar kir, ku komkujiya li Enqereyê di demeke nîqaş li ser agirbestê dihat kirin de pêk ahtiye û got, "Em bi feraseteke welê ya dewletê re rû bi rû ne, ku bûye mafya, bûye kujer." -
Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Çerkezoglû: Yên vî welatî bi rê ve didin hêviya xwe ji xwînê hene
Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû got, "Yên ku ji bo aştî û demokrasiyê li hev kom bûn, rastî komkujiyê hatin. Xuyaye yên vî welatî bi rê ve dibin, hêviya xwe ji xwînê hene, desthilatdariya xwe vî rengî didomînin." -
Komkujiya li Enqereyê wê li Den Haagê bê protestokirin
Li bajarê Hollanda Den Haagê, wê komkujiya li Enqereyê, bi çalakiyeke mezin bê protestokirin. -
Komkujiya li Enqereyê wê li Elmanya bê şermezarkirin
Li Elmanyayê, wê komkujiya li hemberî gelên aştîxwaz li Enqereyê hat kirin, bê şermezarkirin. NAV-DEM'ê bang li her kesî kir ku li dijî komkujiyê dakevin kolanan û nerazîbûna demokratîk nîşan bide. -
KCD-E: Li dijî komkujiyan em li her derê çalakiyan lidar bixin
Hevserokatiya KCD-E, komkujiya li Enqereyê ya rê li ber mirina gelek kesan û birîndarbûna bi sedan mirovan vekir, şermezar kir û bang li gelê welatparêz ê li Ewropayê dijî, ku li her derê çalakiyên demokratîk lidar bixe. -
Li Munchenê dengdayîn dewam dike
Li bajarê Elmanya Munchenê, dengdayîna ji bo hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê, dewam dike. -
Hevserokên HDP'ê berê xwe dan Enqereyê
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, hemû bernameyên xwe betal kirin û ketin ser rêya Enqereyê. -
Sirri Sureyya Onder: Bi sedan birîndar hene; em banga dayîna xwînê dikin
Sirri Sureyya Onder ê HDP'yî da xuyakirin ku di teqîna li Enqereyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û anî ziman ku li cihê bûyerê wesayîteke gumanbar heye. Onder banga dayîna xwînê kir. -
Pêwîstiya lezgîn bi xwînê heye
Ji bo birîndarên rakirin nexweşxaneyên li navenda Enqereyê, banga lezgîn a dayîna xwînê hat kirin. -
Kurkçu: Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan!
Ertûgrûl Kurkçu yê HDP'yî da xuyakirin, ku di êrîşa li Enqereyê de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û wî bi xwe cesedên 3 zarokan dîtiye. Kurkçu got, "Divê Tirkiye rabe ser piyan." -
Wêneyên destpêkê yên teqîna li Enqereyê
Li Enqereyê, di êrîşa bombeyî ya li hemberî Mîtînga Aştiyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Wêneyên destpêkê yên bûyerê... -
Li dijî mîtînga aştiyê êrîşa bombeyî
Li ber Garan Enqereyê li hemberî mîtînga aştiyê bombe teqiyan. Tê gotin ku di bûyerê de mirî û birîndar hene. -
Di 'Roja Şehîdan' de MUB'ê banga xurtkirina rêxistinbûyînê kir
MUB'ê bi wesîleya '10'ê Cotmehê Roja Şehîdan' de bang li xizmên cangoriyan, gel û pêkhateyên MUB'ê kir ku li her derê li dora durê berxwedanê yê cangoriyan xwe bi rêxistin bikin û armancên wan temsîl bikin. -
Vaye şebekeya koçkirinê!
Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê tor an ku şebekeyeke ku mirovan dide koçkirin e derket holê. Ev tor her çiqas di bin navê qaçaxçiyan de tevdigerin jî lê hate zanîn ku bi rêya hinek rayedarên PDK û AKP`ê ve bi awayekî veşartî hatiye ava kirin. -
Komploya 9'ê Cotmehê li Oslo hat şermezarkirin
Li paytexta Norwêc Osloyê, komploya 9'ê Cotmehê bi meşekê hat şermezarkirin. -
Li Sûr û Yenîşehîrê qedexeya derketina derve
Li navçeyên Amed Sûr û Yenîşehîrê, derketina derve li hin taxan hat qedexekirin. -
Li Dortmûndê panela hilbijartinê
Li bajarê Elmanya Dortmûndê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Navenda Çanda Elewiyan panelek li ser hilbijartinê lidar xistin. -
Hejmara kesên li Qeladizê jiyana xwe ji dest dan derket 2’yan
Li navçeya ya Başûrê Kurdistanê di gulebarana pêşmergeyan a li ser gel de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan, derket 2’yan. Tê diyarkirin ku hejmara birîndaran jî 17 kes in. -
Ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê wê li Hollanda aktîvîte bên lidarxistin
Li Hollandayê ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê wê rêze aktîvîte pêk bên. Aktîvîteyên wê sibe destpê bikin heta 18’ê Cotmehê dewam bikin. -
Li Qeladizê ciwanek hat qetilkirin
Li navçeya Qeladizê girseya bi armanca krîza aborî ya li Başûrê Kurdistanê protesto bike kom bû, dema di ber avahiya PDK’ê ya navçeyê re derbas dibû hat gulebarankirin. Di gulebaranê de ciwanê bi navê Mihemed Resud jiyana xwe ji dest da. -
Li Qeladizê êrîşî gel kirin, kesekî jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Qeladizê ya Silêmaniyê gel derket kolanan krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê protesto kir. Hêzên ewlekariyê ku êrîşî gel kirin kesekî jiyana xwe ji dest da jê giran 6 kes birîndar bûn. -
Hevşaredarê Pîranê Bîlgîn hat girtin
Hevşaredarê Pîranê Abdulsamet Bîlgîn û Xebatkarê Karên Fenê yê Şaredariyê Îlhamî Guzel bi îdîaya "Yekîtiya dewletê xerakirin" hatin girtin. -
HDK: Ji bo ked, aştî, demokrasiyê mîtînga Enqereyê!
HDK’e banga tevlîbûna Mîtînga Demokrasî, Aştî, Ked a li Enqereyê kir. -
Murat Tomen ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Welatparêzê Kurd Murat Tomen ê ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbat û Kurdistaniyan ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.