Li Qeladizê êrîşî gel kirin, kesekî jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Qeladizê ya Silêmaniyê gel derket kolanan krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê protesto kir. Hêzên ewlekariyê ku êrîşî gel kirin kesekî jiyana xwe ji dest da jê giran 6 kes birîndar bûn.

Li navçeya Qeladizê ya Silêmaniyê gel derket kolanan krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê protesto kir. Hêzên ewlekariyê ku êrîşî gel kirin kesekî jiyana xwe ji dest da  jê giran 6 kes birîndar bûn.

Îro danê êvarî li navçeya Qeladizê, gel bi armanca protestokirina krîza siyasî ya li herêmê li ber qeymeqamtiya navçeyê kom bû. Li gor agahiyên hatin wergirtin li vir di navbera gel û hêzên ewlekariyê de alozî derket û di demeke kurt de mezin bû. Di encama wê aloziyê de kesekî ku navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da, 3 jê giran 6 kes birîndar bûn.

Piştî meşê gel ber bi serokatiya navçeyê ya PDK’ê ya Qeladizê ve meşiya. Li ber avahiya PDK’ê di navbera pêşmergeyan û gel de aloziyên rû dan didomin.