Kurkçu: Gelek kesan jiyana xwe ji dest dan!

Ertûgrûl Kurkçu yê HDP'yî da xuyakirin, ku di êrîşa li Enqereyê de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û wî bi xwe cesedên 3 zarokan dîtiye. Kurkçu got, "Divê Tirkiye rabe ser piyan."

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu ê li Mîtînga Aştiyê ya Enqereyê ye, der barê teqîna li mîtîngê de agahî da ANF'ê.

Kurkçu got, "Niha beşeke girîng a birîndaran bi ambûlansan hatin şandin. Zêdeyî 50 birîndar hene, lê li cihê ez lê me, di teqîna bombeya destpêkê de zêdeyî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ser wan bi pankart û alan hatiye nixumandin. Her wiha bedenên 3 zarokên hatine ukştin, dibînim. Li cihê teqîna duyemîn jî bawerim heman rewş heye. Şahidan anîn ziman ku beriya destpêkirina meşê, li pişt kotejê 2 bombe 20-30 metre dûrî hev teqiyan û herêm veguherî gola xwînê. Mudaxle gelekî dereng ket, ambûlans gelekî dereng hatin; ji ber jêçûna xwînê hin mirovan jiyana xwe ji dest dan. Polîsê yekser êrîşî mirovan dikin, gazê beridin wan. Lê belê niha beşeke mezin a kortejê ji cihê bûyerê çûye. Em li ber seriyê miriyane."

'DIVÊ TIRKIYE RABE SER PIYAN!'

Kurkçu got, "Mirovahî hatiye binpêkirin. Divê bêdengî li hemberî vê nebe. Pêwîste Tirkiye rabe ser piyan û bersivê bide." Kurkçu, Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan nîşan da û got, "Kî dikare guman bike ku ev ne hunera qesrê ye."