ROJANE
Hemû Nûçe
-
Wezîrê Tenduristiyê: Hejmara miriyan 86 e
Wezîrê Tenduristiyê da xuyakirin ku hejmara mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane, 86 e. -
Komplo li Viyanayê hat şermezarkirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, komploya navneteweyî bi meşeke meşaleyî û mîtîngekê hat şermezarkirin. -
Li Stenbolê jin li dijî komkujiyê daketin kolanan
Pêkhateyên KJA, li dijî komkujiya li Enqereyê li ber Lîseya Galatasarayê civiyan. Di çalakiyê de hat gotin, "Eger hûn bibin temaşekerên bûyerê, wê heman êrîş sibe li Stenbolê pêk were" û banga çalakiyan hat kirin. -
Têkildarî komkujiyê qedexeya weşanê
Piştî komkujiya li Enqere pêk hat li ser daxwaza Serokwezîrtiyê RTUK'ê biryara weşana qedexeyê ya demkî da. -
Wekîlên HDP’yî: Em xwedî wê îradeyê ne ku planên we vala derxin
Ji bo protestokirina komkujiya li Enqereyê girseya parlamenterên HDP’yî jî di nav de ku li ber avahiya HDP’ê ya Êlihê kom bû, rastî êrîşa polîsan hat. Wekîlên HDP’yî diyar kirin ku xwedî vê îradeyê ne ku van planan vala derxin. -
Cenazeyan radikin Saziya Tipa Edlî
Cenazeyên welatiyên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, radikin Saziya Tipa Edlî. -
AKP'yiyan nexwestin êşê parve bikin
Di roja sêyemîn a dengdayîna li Swîsreyê de, ji ber teqîna li Enqereyê HDP, CHP û MHP'yiyan qurdeleya reş bi ber xwe ve kirin, lê AKP'yiyan nexwestin qurbeleya reş bi ber xwe ve bikin. -
Komkujiya li Enqereyê wê li Bielefeldê bê şermezarkirin
Komkujiya li dijî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê, wê li bajarê Elmanya Bîelefeldê saet di 16:00 de bê şermezarkirin. -
Orhan Atîlla: Tetîkkêş dibe ku cuda bin, lê kiryarê esasî dewlet e
Yek ji mirovên di kêliya dawî de ji erîşê rizgar bûn, namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê yê Stenbolê Orhan Atîlla bû. Atîlla destnîşan kir, ku tetîkkêş cuda bin jî, kiryar dewlet e. -
Irmak: Berpirsê komkujiyê dewlet û AKP’a bûne rêxistinên terorê ne
Hevseroka KCD’ê Irmak, diyar kir ku êrîşa bombeyî ya li Enqerê li hember pêşeroja welat êrîşeke nemerdî ye û wiha got: “Berpirsê komkujiyê dewlet û AKP’a bûne rêxistinên terorê ne.” -
FKÊ û Meclîsa Jinên Êzidî komkujiya li Enqereyê şermezar kirin
Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) û Meclîsa Jinên Êzidî, komkujiya li Enqereyê şermezar kirin û ragihandin, ku komkujî dewama komkujiyên li Amed û Pirsûsê ye. -
Meclîsa Aştiyê: Mesaja 'Şer wê dewam bike' dan!
Meclîsa Aştiyê, da xuyakirin ku bi komkujiya li Enqereyê re mesaja 'şer wê dewam bike' hatiye dayîn. -
Dayikên Şemiyê em natirsin
Dayikên Şemiyê ku her hefte bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyê pêk tînin, îro ji ber komkujiya li Enqereyê wêneyên windayan ranekirin. -
Li bajarên Ewropayê wê komkujiya Enqere bê protestokirin
Li hember komkujiya li Enqereyê li gelek bajarên Ewropa gel dadikeve qadan. -
Komkujiya li Enqereyê li Strasboûrgê tê protestokirin
Êrîşa li dijî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê, li bajarê Fransa Strasboûrgê tê protestokirin. -
KESK, DÎSK, ÎHD: Fail AKP û Erdogan e
Serokên Giştî yên KESK, DÎSK û ÎHD bal kişandin ku ji komkujiya Enqereyê AKP û Erdogan berpirsin. -
ABDEM/DGB: Pêwîst e pêkhateyên me derkevin kolanan û komkujiyê lanet bikin
Têkildarî êrîşa li hember mîtînga aştiyê ya li Enqereyê DGB û ABDEM ên daxuyaniyeke hevpar dan gotin: “Em bang li pêkhateyên ABDEM û DGB ên li Ewropa û derveyî welêt dijîn dikin ku derkevin kolanan û komkujiyê lanet bikin. -
Li Awûstûrya banga protestokirinê komkujiyê
Kurdistaniyên ku li Awûstûryayê dijîn, ji bo protestokirina komkujiya li Enqereyê wê li qadan bin. -
MLKP Rojava: Em ê ji AKP a berpirsyarê komkujiyê ye, hesap bipirsin
MLKP Rojava da xuyakirin ku berpirsyarê komkujiya vê sibehê ya li Enqereyê, hikûmeta AKP û dîktatoriya Erodgan e û got, "Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê wê hesabê vê komkujiyê ji hikûmeta AKP'ê bipirse." -
KNK: Berpirsyarê komkujiyê Erdogan û AKP ye
KNK'ê komkujiya li Enqereyê bi tundî şermezar kir û diyar kir, ku ev êrîş, dewama êrîşên dewleta Tirk ên ji meha Tîrmehê û vir ve li hemberî gelê Kurd dimeşîne ye. KNK'ê destnîşan kir ku berpirsyarê êrîşê Erdogan, AKP û dewleta Tirk e. -
Komkujiya li Enqereyê wê li gelek deveran bê protestokirin
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, gel li dijî komkujiya li Enqereyê dadikevin qadan. Ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê hat kirin. -
Mirovên bi saxî filitîn: Wezayîtên zirxî bi ser mirî û birîndaran ve ajotin!
Mirovên bi saxî ji komkujiya li Enqereyê rizgar bûn, bal kişandin ser rola polîsan. Gozde Kaya got, "Min dît ku polîsek ji cihê bûyerê direve." Melîsa Aydin jî diyar kir ku polîs li pêşiya rakirina birîndaran bû asteng. -
Navên birîndaran zelal dibe
Navên 40 kesên ku di komkujiya Enqereyê de birîndar bûn û li Nexweşxaneya Numune tedawiyê dibînin zelal bû. -
Komkujî wê li Amedê were protestokirin
Li Amedê, partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka û gel, wê komkujiya li Amedê protesto bikin. -
TTB'ê banga wezîfeyê li hemû doktoran kir
TTB'ê bang li hemû doktorên li nexweşxaneyên Hacettepe, Îbnî Sîna, Nûmûne û nexweşxaneya Enqereyê wezîfeyê dikin kir, ku bi lezgînî biçin ser kar û hemû wezîfeya xwe bikin.