ROJANE
Hemû Nûçe
-
Demîrtaş: Em ê teqez hesab bipirsin
Bi deh hezaran kes ji bo kesên hatin qetilkirin bibîr bînin û bi rê bikin li Sihhiye kom bûn. Demîrtaş ê li vir xîtabî gel kir got: “Îro em di şînê de ne bi hêrs û xemgîn in. Em ê teqez hesab bipirsin." -
3 'şehîdên aştiyê' ji Batikentê tên oxikirin
Endamê GYK a EMEP'ê Korkmaz Tedîk û Sevgî Oztekîn, Ûygar Coşkûn ên li Enqereyê hatin qetilkirin, ji Batikentê bên oxikirin. -
Ciwanan li Baselê komkujiya li Enqereyê şermezar kirin
Li bajarê Swîsre baselê, endamên Ciwanên Azad duh bi şev meşiyan û komkujiya li Enqereyê şermezar kirin. -
Hatîp Dîcle: Komkujiya Enqereyê bi hevpariya zîhniyeta AKP û DAIŞ'ê pêk hat
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, der barê komkujiya li Enqereyê de daxuyaniyek da û got, "Yê ku li Kobanê komkujî kir, yê ku li Pirsûsê jiyana ciwanan çilmisand û yê ku li Enqereyê komkujî kir, yek e." -
Komkujiya li Enqereyê li Sydney hat protestokirin
Gelên li Sydney hatin gel hev, komkujiya li Enqereyê protesto kirin. -
Komkujî li Elmanya û Fransayê hat şermezarkirin
Komkujiya li Enqereyê, ku herî kêm 128 kesan jiyana xwe ji dest dan, li derveyî welat jî bi çalakiyan tê şermezarkirin. -
'Berpirsyarê xwîna tê rijandin Qesr û gladyoya wê ye'
Gelên li Zurîchê beşdarî çalakiya protestokirina komkujiya li Enqereyê bûn destnîşan kirin, ku berpirsyarê komkujiyê AKP û Erdogan ne. -
Navên 120 kesên hatin qetilkirin
Nasnameyên 120 kesên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin aşkerakirin. -
Dorpêçiya li Sûrê dewam dike, Dûrsûn ê giran birîndar bû nikare biçe nexweşaneyê
Li navçeya Amed Sûrê, rewşa Halîl Dûrsûn ê li taxa Hasirli di encama gulereşandina polîsan de birîndar bû, ji ber ku destûr nayê dayîn rakin nexweşxaneyê rewşa wî kêlî bi kêlî giran dibe. -
Prof. Ersanli: Êrîşa li dijî korteja partiyeke aştîxwaz, balkêş e
Tevî ku êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê li herêmê û cîhanê deng veda û di ser re 24 saet derbas bûye jî, balkêş e ti ji berpirsyaran îstifa nekirine. -
24 ji aştîxwazên hatin qetilkirin ber bi cih û warên xwe ve hatin oxirkirin
Ji aştîxwazên li Enqereyê hatin qetilkirin, cenazeyên 24 ji wan ber bi cih û warên xwe ve hatin oxirkirin. Hat ragihandin, ku nasnameya 10 kesan jî, ji ber bandora dijwar a teqînê nehatiye tespîtkirin. -
ESP: Em dakevin kolanan, tevlî grevê bibin
ESP'ê destek da biryara grevê ya 2 rojan a ji ber komkujiya li Enqereyê. ESP'ê ji her kesî xwest, beşdarî vê grevê bibin û bang li gel jî kir ku dakeve kolanan. -
Tê gotin ku nasnameya êrîşkarekî bombeyî hatiye tespîtkirin
Tê gotin ku nasnameya yek ji êrîşkarên bombeyî yê li Enqereyê komkujî kirin, hatiye tespîtkirin. Her wiha wê li temamiya cenazeyan testa DNA bê kirin. -
Li Girtîgeha Şakran-T2 Alî Alp jiyana xwe ji dest da!
Hikumxwarê 23 salan ê ji doza PKK'ê Alî Alp, li koxûşa xwe ya li Girtîgeha Girtî ya Şakran-T2, duh bi şev ji ber sedemeke ne diyar jiyana xwe ji dest da. -
Bi hezaran kes ber bi meydana Sihhiye ve dimeşin
Komên ku dixwaze qurnefîlan deynin herêma duh komkujî lê hat kirin, ber bi meydana Sihhiye ya Enqereyê ve dest bi meşê kirin. -
Malbatên Pirsûsê. Pirsûs careke din anîn serê me
Malbatên li Pirsûsê zarok û bavên xwe winda kirin axivîn: Pirsûs careke din anîn serê me. Komkujiya Pirsûsê çi be ya Enqereyê jî ew e. Kiryar heman kiryar e. -
Rewşa zarokên li Farqînê birîndar bûne xetere ye
Li navçeya Amed Farqînê, ji ber teqîna teqemeniyeke polîs û tîmên tevgera taybet, zarokekî jiyana xwe ji dest dabû 3 zarok jî birîndar bûbûn. Rewşa tenduristiyê 2 zarokan xetere ye. -
TEV-DEM'ê komkujiya li Enqereyê şermezar kir
Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, komkujiya li Enqereyê ya li hemberî mîtînga aştiyê şermezar kir. -
Polîsan êrîşî Hevserokên HDP'ê û nûnerên saziyan kirin
Heyetek ji nûnerên saziyan, Hevserokên HDP'ê, Cîgirên Serokê Komê û Parlamenterên HDP'ê xwest, qurnefîl deynin cihê komkujî lê hat kirin. Lê belê polîsên Tirk êrîşî komê kirin. -
Li Dîlokê 10 kes hatin binçavkirin
Li Dîlokê di operasyonên hevdemî de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin. -
Li Sûrê dorpêçiya polîsan dewam dike
Navçeya Amed Sûrê, ku duh danê sibehê ji aliyê polîsên Tirk ve hat dorpêçkirin, hînê di nava dorpêçiyê de ye. -
Hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan bû 121 kes
Bîlançoya komkujiya duh li hemberî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê hat kirin, giran dibe. Xebatên ji bo diyarkirina nasnameyên mirovên jiyana xwe ji dest dane, dewam dike. -
Komkujî li Marsîlyayê hat şermezarkirin
Komkujiya li Enqereyê, li bajarê Fransa Marsîlyayê hat şermezarkirin. Meşa ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlyayê ve hat organîzekirin û bi qasî 4 hezar kes beşdar bûn. -
Komîteya Kedkaran a KCK'ê: Hesabê komkujiya Enqereyê wê were pirsîn
Komîteya Kedkaran a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku komkujî ji aliyê AKP'ê ve hatiye kirin. -
'Şehîdên Aştiye' ji Enqereyê tên oxirkirin
Ji bo mirovên duh di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, wê îro li Meydana Sihhiye, merasîmeke bîranînê û oxkirinê bê lidarxistin.