ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Venlo panela hilbijartinê
Li bajarê Hollanda Venlo, panela hilbijartinê ya HDP'ê hat lidarxistin. -
Komkujiya Enqereyê li Kopenhagenê hat protestokirin
Komkujiya Enqereyê ya duh li hemberî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê hat kirin û rê li ber mirina 121 kesan vekir, li Kopenhagenê hat şermezarkirin. -
Tûncel: Yekane alternatîfa gelan HDP ye
Li navenda Çanda Elewî Bektaşî ya li Marxloh a bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, li ser hilbijartinê panelek aht lidarxistin. Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir ku yekane alternatîfa gelan HDP ye. -
Di çapemeniya navneteweyî de komkujiya Enqereyê
Komkujiya Enqereyê di çapemeniya navneteweyî de deng veda. Der Spîegel, Le Monde, NTV, Lîberatîon bal kişandin ser rûdana komkujiyê beriya hilbijaritnên 1'ê Mijdarê û komkujiyên li Amed û Pirsûsê bibîr xistin. -
'Em ê li dijî komkujiya li Enqereyê bêdeng nemînin'
Hevseroka NCD Yildiz Fîlîmcî, Serokê AABF Huseyîn Mat û nûnera SKB Ayşe Yûmlî Yeter komkujiya li Enqereyê şermezar kirin û diyar kirin, ku ew ê li hemberî êrîşan, aştiyê biparêzin. -
'AKP hikûmeteke şer e'
Ji rêveberên MLKP'ê Baran Serhat da xuyakirin, ku berpirsyarê komkujiya li Enqereyê hikûmeta AKP û dîktatoriya Erdogan e û destnîşan kir, ku hikûmeta AKP'ê hikûmeteke şer e. -
Navên 98 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan
Navên 98 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, zelal bûn. -
Li bajarê Orebro yê Swêd komkujiya Enqereyê hat protestokirin
Komkujiya Enqereyê li bajarê Orebro yê Swêd ji aliyê Kurdistaniyan ve bi xwepêşandaneke girseyî hat protestokirin. -
Di komkujiya Enqereyê de 128 kesan jiyana xwe ji dest dan
Maseya krîzê ya HDP’ê, diyar kir ku 128 kesan di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane. -
Mîtînga HDP’ê ya Hollandayê veguherî protestoya komkujiyê
Li qada Malîeveld a bajarê Den Haag ê Hollandayê ya dihat payîn mîtînga “Ji şer na, aştî niha” çêbiba, ji ber komkujiya Enqereyê veguherî protestoyê. -
Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê: Dîsa dîsa aştî
Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê ya têkildarî komkujiya Enqereyê daxuyanî da got: “Em ê ti carî dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedin. Dîsa dîsa aştî.” -
Li Nurnbergê ji ber komkujiya Enqereyê hêrsa mezin
Komkujiya Enqereyê li bajarê Nurnberg ê Elmanya bi meşekê hat protestokirin. -
Bi dagirkirina balafirgeha Schipol a Amsterdam komkujiya Enqereyê hat protestokirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Amsterdam ê Hollanda dijîn, bi dagirkirina balafirgeha Schîpol komkujiya Enqereyê protesto kirin. -
Wê cenaze sibe ji Sihhiye bên oxirkirin
Sibe li nêzî cihê komkujiyê wê qerenfîl bên danîn, kedkarên hatine qetilkirin wê ji Sihhiye bên oxirkirin. -
HDP: Em nahêlin ser van komkujiyan bigirin
HDP’ê di daxuyaniya xwe ya têkîldarî komkujiya Enqereyê de got ku ev êrîşeke ji bo ziman û gotinên aştiyê gelemperî nebin û negihêje serketinê ye. -
YPG’ê li Şêxmeqsûd rêya çeteyan çalakî li ser pêk dianîn azad kir
Hêzên YPG’ê rêyeke leşkerî ya komên çete yên El-Nusra li Helebê bikar dianîn xistin destê xwe, her wiha çeteyek hate kuştin. -
Li Rouenê Kurd û Fransiyan komkujiya Enqereyê protesto kirin
Li bajarê Rouen ê Fransayê komkujiya Enqereyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin. -
Bi hezaran kesan li Frankfurtê komkujî protesto kirin
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê komkujiya Enqereyê hat protestokirin. Di meşa ku li Bockenheimer Warte destpê kir, Kurdistanî û dostên wan ên ji Frankfurt, Gießen, Darmstadt, Mainz û derdora wê jî hatin tevlî meşê bûn. -
Li Kolnê komkujiya li Enqereyê hat protestokirin
Li bajarê Kolnê yê Elmanya, bi meşek girseyî komkujiya Enqereyê hat protestokirin. -
Li Kurdistanê gel daket qadan, hesab ji Erdogan û AKP’ê pirsîn
Li gelek bajarên Kurdistanê gel daket kolanan û komkujiya li Enqereyê li dijî mîtînga aştiyê pêk hat şermezar kirin. Gelê daket kolanan bertek nîşanî AKP'ê û Erdogan dan û diyar kirin ku berpirsiyarê vê komkujiyê Erdogan û AKP ye. -
Dirûşma ‘Qatil Erdogan’ li Swîsreyê deng veda
5 hezar kesên li Swîsreyê derketin qadan bi meşekê komkujiya li Enqereyê protesto kirin. Hat qîrkirin ku berpirsyarê komkujiyê AKP û Erdogan e. -
Nasnameya 52 kesên di komkujiya Enqereyê de hatin qetilkirin diyar bû
Nasnameya 52 kesên di komkujiya mîtînga aştiyê ya li Enqereyê pêk hat de hatin qetilkirin diyar bû. Di nava kesên hatin qetilkirin de ji Kurdistan, Tirkiye û şoreşgerên Fîlîstinî jî hene. -
Li Başûrê Kurdistanê di êrîşên li hember gel de 1 jê zarok 3 kes hatin qetilkirin
Di çalakiyên Başûrê Kurdistanê yên vê êvarê de hêzên ewlekariyê êrîşî gel kirin. Di van êrîşan de li gor agahiyên hatin wergirtin li Kelar 2 û li Qeladizê zarokek hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar in. -
Kesên li Îzmîrê komkujî protesto kirin hatin binçavkirin
Polîsan li Îzmirê êrîşî kesên komkujiya li Enqereyê pêk hat şermezar kirin kir û gelek kes binçav kirin. -
Hezaran li Parîsê komkujiya Enqere şermezar kir
Komkujiya Enqereyê li Parîsê bi tevlîbûna hezaran hat protestokirin.