Li dijî mîtînga aştiyê êrîşa bombeyî
Li ber Garan Enqereyê li hemberî mîtînga aştiyê bombe teqiyan. Tê gotin ku di bûyerê de mirî û birîndar hene.
Li ber Garan Enqereyê li hemberî mîtînga aştiyê bombe teqiyan. Tê gotin ku di bûyerê de mirî û birîndar hene.
Li Enqereyê, li ber Gara Enqereyê, dema girseya gel ji bo mîtînga aştiyê ya KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê civiyan, du bombe teqiyan. Hat ragihandin, ku gelek mirî û birîndar hene.
Yên bi saxî rizgar bûn, hewl didin mudaxleyî birîndaran bike. Teqînê bandor li qadeke berfireh kir. Nûçegihanê ETHA'yê Fûat Ûygûr ê li cihê bûyerê ye got, "meydana xaçerêya li pêşiya Garê pêk hat. Tê gotin ku bombeya zindî ye. Gelek birîndar hene. Endamên SES'ê yên ji bo mîtîngê hatibûn, mudaxleyî birîndaran dikin. Berî niha bi kêliyekê ji aliyê Hîpodromê dengê çekan hat. Lê belê em nizanin çi ye."
Ûygûr got, "Min dît ku herî kêm 8-10 mirî hene. Bi dehan kes jî birîndar bûn. Mirov hewl didin bi pankartan birîndaran rakin. Ambûlans hînê nû tên. Polîsan bombeya gazê avêtin nava birîndaran. Li her derê xwîn û parçeyên mirovan hene."
Nûçegihanê ETHA'yê Onder Oner da xuyakirin, ku yek ji du teqînan li nva korteja HDP'ê ya din jî li nava korteja Partîzan-Kaldiraçê rû daye. Oner got, "Bi qasî 100 birîndar hene û gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Mirovên jiyana xwe ji dest dane, ser wan bi alan hatiye girtin. Hêzên polîsan ketin qadê. Gazê berdidin gel. Gel birîndaran radikin, Panîkek mezin heye."
Nûçegihanê ETHA'yê Serdal Işik anî ziman ku ambûlans hînê nû hatiye, polîs bi bombeyên gazê êrîşî gel dikin, gel jî nerazîbûnê nîşan dide.