Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê tor an ku şebekeyeke ku mirovan dide koçkirin e derket holê. Ev tora qaçaxçiyan mirovan derbasî Tirkiyeyê û hindek welatên Balkanan dikin. Ev tor her çiqas di bin navê qaçaxçiyan de tevdigerin jî lê hate zanîn ku bi rêya hinek rayedarên PDK û AKP`ê ve bi awayekî veşartî hatiye ava kirin.
Koçberiya ku bi taybet di van mehên dawî de bi hemû giraniya xwe ve ketiye rojeva cîhanê û dîmenên dilêş li pey xwe dihêle, aliyekî xwe yî veşartî derkete holê. Hat zanîn ku ev koçberî ne jixweber e lê di pey de rêxistineke kûr heye. Li gor encamên ku çavkaniyên me gihiştinê di nav vê rêxistina koçkirinê de hindek rayedarên PDK û AKP jî hene.
JI ROJAVA HETA BALKANAN
Di nav vê şebekeyê de kesên ku niha li Başûrê Kurdistanê ne wek dozger, pêşmerge, karmendên deriyê Xelîl Îbrahîm û rêveberên PDK`ê hene. Ev şebeke tenê kesên ku li kampên Başûrê Kurdistanê naşînin her wiha destê wan di koçberiya Rojavayê Kurdistanê de jî heye. Endamên vê şebekê li Rojavayê Kurdistanê bi rêya buro û kesayetên ji ENKS û PDK-S`ê koçberiyê organize dikin. Ji kesên ku dixwazin derbasî Başûr bibin re dibin kefîl û ji nav Rojava heta sînorên balkanan bi awayekî qeçax koçberiyê bi rêxistin dikin.
RAYEDARÊN PDK Û MÎT'Ê BI HEV RE
Çavkaniyên me di nav vê rêxistina kûr de rastî têkiliyên berfireh yên hindek rayedarên PDK û MÎT-AKP jî hatin. Kesên ku dixwazin ji Başûr û Rojava koç bikin ji hêla PDK`yiyan ve li deriyê Xelîl Îbrahîm ku di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de ye teslîmî şebekeyên ku girêdayê mafyayên MÎT`a Tirkiyê ne, tên kirin. Mafyayên MÎT`ê van kesan bi maşîneyan digihînin bajarên ber deryayê weke Antalya, Îzmîr, Mugla, Aydin û hwd. Ev mafya di vî karê xwe de serê mirovekî 3 heta 4 hezar dolar distîne.
VAYE RÊXISTINA KÛR
Di nav şebekeyê de kesên ku rola sereke pêk tînin bi vî awayî ne;
K.H.E; ev kes rêveberekî partiya li Rojava bi navê ``El Wehdê`` ye (di nav ENKS`ê de) û niha li Almanyayê ye, bi rêya buroya ENKS`ê ya Hewlêrê kesa ji bo Elmanya dixwaze.
S.Ş; li Dihokê Ewlekariya Siyasî ya PDK`ê bû lê niha ji ber temenê xwe teqawît bûye. Bi rêya Ş.B. (berpirsiyarê deriyê Sêmalka ku di navbera Rojava û Başur de ye) kesa ji Rojava dixwaze.
Ş.B.; berpirsiyarê deriyê Sêmalka ye, di koçberiya ji Rojava ber bi Başûr ve xwedî rolekî diyarîker e.
I:B; li Asayîşa Dihokê berpirsiyarê penaberan e, ev kes ji Rojava kesan dixwaze ji bo derbasî Ewrupa bike.
Dr. H.H; endamekî PDK-S li Dêrikê ye û bi buroya ENKS û PDK-S`ê ya Hewlêrê re dixebite, gel bi rêya wan ji Rojava der dixe.
G.H.E; ev kes ji Zaxoyê ye. Berê pêşmerge bû lê niha li dest ji pêşmergetiyê berdaye. Kesên ku bi awayekî qaçaxî ji Rojava derdikevin digihîne Hewlêrê.
F.H.N; ji gundê Dêrbûm e û ev gund li Başûrê Kurdistanê, nêzî Dihokê ye. Ev kes jî pêşmergeyekî kevn e û mirovan bi awayekî qaçaxî derbas dike.
S.B; li Hewlêrê pêşmerge ye. Bi rêya Ş.B. re kesa ji Rojava dixwaze ji bo derbasî Ewropa bike.
E.Y.R, ji gundê Rojava, Kelê ye û ev gund li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye. Endamekî navendî yê PDK-S`ê ye. Beriya niha li deriyê Sêmalka dixebitî û niha jî bi Ş.B. re dixebite, mirovan dişîne Başûrê Kurdistanê.
X.M.H; ev kes ji Zaxo ye û niha dozgere. Di nav şebekeya koçkirinê de ye.
S.H.; rêveberê gumrika Zaxo ye, ev kes mirovan derbas aliyê Tirkiyê dike.
N.M.E., ev kes bi eslê xwe Ereb e û li gumrika deriyê Xelîl Îbrahîm de karmend e. C.F.H jî di heman deriyê de karmend e. Ev her du kes jî di nav şebeke ya koçkirinê de ne.
E.R.Y; ji gundê Elîgamêş yê Rojava ye. Bi buroya PDK-S`ê ya Hewlêrê re dixebite û kesan derdixe derve yî Rojava.
H.K, endamekî PDKS`ê yê navendî ye û ji gundê Elîgamêş e, bi Ş.B. û Buroya Hewlêrê ya PDK-S`ê re ji bo koçkirinê dixebite.
E.B.; endamekî partiya Yekîtî ye (li Rojava, bi berpirsiyartiya Ibrahîm Biro), bi Ş.B. re dixebite.
A.Î.S; endamekî PDKS`ê ya û ji gundê Delavê Kera ye ku ev gund dikeve bakurê Girkêlegê. Ev kes gel derdixe derveyî Rojava û vî karê bi buroya ENKS û PDKS`ê ya Hewlêrê re dike.
M.Ş.M.E.E; ji Dirbêsiyê ye û bi buroya ENKS û PDKS`ê ya Hewlêrê re dixebite û gel bi rêya wan derdixe derveyî Rojava.