ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bombe bi TNT’ê hatiye zexmkirin
Derket holê ku bombeyên zindî yên di mîtinga Aştiyê ya Enqereyê de hat teqandin wekî bombeya li Pirsûsê bi bi TNT'ê hatibû zexmkirin û hatine teqandin in. Reng, şekil û pîvana bombeya li Pirsûsê hat teqandin û li Enqereyê hatin teqandin wekî hev in. -
Komkujiya li Enqereyê li Graz hat protestokirin
Li gelek bajarên Ewropayê nerazîbûnên li hember komkujiya li Enqereyê didomin. Li bajarê Graz ê Awûstûryayê komkujî hat protestokirin. -
Komkujiya li Enqereyê li Swêd hat protestokirin
Komkujiya li Enqereyê li bajarê Gävle yê Swêd ji aliyê Kurdistaniyan ve hat protestokirin. -
Polîsan protestoya li Îzmîrê asteng kirin
Li Îzmîrê polîs kesên komkujiya li Enqereyê şermezar dikin asteng dike. -
Fîncanci: Bombe weke ya li Pirsûsê ye
Hat diyarkirin ku komkujiya li Enqereyê ji aliyê du kesan ve hatiye kirin, yek ji wan mêr e. Pispora Tipa Edlî Şebnem Korûr Fîncanci ya li qadê lêkolîn kir got ku êrîşa bombeyên zindî ye. -
FEDA û CÎK: Em dersekê bidin zalim û zebaniyan!
FEDA û CÎK daxuyanî dan û bal kişandin ser berpirsiyariya dewletê ya di komkujiya Enqereyê de. Di daxuyaniyê de banga berxwedanê û di 1’ê Mijdarê de jî hesabpirsînê kirin. -
Rêveberê HDP'ê yê Gebzeyê Ziya Saygin jî jiyana xwe ji dest da
Rêveberê HDP'ê yê Gebzeyê Ziya Saygin ê di komkujiya li Enqereyê de birîndar bû jî jiyana xwe ji dest da. -
516 kes li nexweşxaneyên Enqereyê tên tedawîkirin
Di encama êrîşa li hemberî "Mîtînga Aştiyê" de 516 kes birîndar bûn û li nexweşxaneyên Enqere yên cuda tên dermankirin. -
Polîsan protestoya li Îzmîrê asteng kirin
Li Îzmîrê polîs kesên komkujiya li Enqereyê şermezar dikin asteng dike. -
Şeva Kopenhag veguherî civîna gel
Li gor hatibû plankirin wê îro li Danîmarkayê şeva piştevaniya Rojava çêbiba, ji ber komkujiya Enqereyê hat betalkirin, veguherî civîna gel. -
Demîrtaş: Êrîşa dewletê ya li hember gel e
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî komkujiyê bernama xwe ya Stenbolê betal kir û hate Enqereyê. -
Namzeta HDP’ê Mollaoglu di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da
Namzeta HDP'ê ya Herêma Yekemîn a Stenbolê Kubra Meltem Mollaoglu di êrîşa bombeyî ya Enqere de jiyana xwe ji dest da. -
Cîgirê Serokê PE bertek da komkujiya Erdogan
Cîgirê Serokê PE û Parlamenterê Keskan Lûnacek ji komkujiya Enqereyê siyaseta AKP û Erdogan berpirs girt. -
Komkujiya li Enqereyê li Strasbourg hat protestokirin
Komkujiya li Enqereyê li bajarê Strasbourg ê Fransa bi girseyî hat protestokirin. Nêzî 500 Kurdistanî, Tirkiyeyî û Fransiyên li Place Kleber a Strasbourgê kom bûn, komkujî protesto kirin. -
Li Başûrê Kurdistanê gel li qadan e
Qetilkirina 2 kesan duh li Qeledizê ji aliyê pêşmergeyan ve, li Başûrê Kurdistanê bi çalakiyan tê protestokirin. -
Li Helsînkî protestoya komkujiya Enqereyê û komployê
Li paytexta Fînlandiya, Helsînkî, Komploya 9’ê Cotmehê û komkujiya saetên sibê ya li Enqereyê hate şermezarkirin. -
Alîkara Serokê PE ji ber komkujiyê nerazîbûn nîşanî Erdogan da
Alîkara Serokê PE û Parlamentera Keskan Lûnacek, ji komkujiya li Enqereyê siyaseta AKP û Erdogan berpirsyar dît. -
Navên 27 kesên li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dan
Hejmara mirovên di komkujiya li hemberî mîtînga aştîxwazan de li Enqereyê jiyana xwe ji dest dan, zêde dibin. -
Li Gever û Dêrsimê çalakiyên bi bandor
Gerîlayên HPG’ê saetên vê sibehê li hember qereqola Perîxanê ya li qada Bajargeh a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de yek jê bi paye 7 leşker hatin kuştin. -
Wezîrê Tenduristiyê: Hejmara miriyan 86 e
Wezîrê Tenduristiyê da xuyakirin ku hejmara mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane, 86 e. -
Komplo li Viyanayê hat şermezarkirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, komploya navneteweyî bi meşeke meşaleyî û mîtîngekê hat şermezarkirin. -
Li Stenbolê jin li dijî komkujiyê daketin kolanan
Pêkhateyên KJA, li dijî komkujiya li Enqereyê li ber Lîseya Galatasarayê civiyan. Di çalakiyê de hat gotin, "Eger hûn bibin temaşekerên bûyerê, wê heman êrîş sibe li Stenbolê pêk were" û banga çalakiyan hat kirin. -
Têkildarî komkujiyê qedexeya weşanê
Piştî komkujiya li Enqere pêk hat li ser daxwaza Serokwezîrtiyê RTUK'ê biryara weşana qedexeyê ya demkî da. -
Wekîlên HDP’yî: Em xwedî wê îradeyê ne ku planên we vala derxin
Ji bo protestokirina komkujiya li Enqereyê girseya parlamenterên HDP’yî jî di nav de ku li ber avahiya HDP’ê ya Êlihê kom bû, rastî êrîşa polîsan hat. Wekîlên HDP’yî diyar kirin ku xwedî vê îradeyê ne ku van planan vala derxin. -
Cenazeyan radikin Saziya Tipa Edlî
Cenazeyên welatiyên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, radikin Saziya Tipa Edlî.