Polîsên Tirk li Sûrê ciwanekî din qetil kirin

Li navçeya Amed Sûrê, polîsên Tirk ciwanekî bi navê Halîl Tuzulerk qetil kirin.

Li navçeya Amed Sûrê, polîsên Tirk ên bi qedexeya derketina derve re dor li taxan girtin, ciwanê bi navê Halîl Tuzulerk li ser banê xaniyê wî, qetil kirin.

Halîl Tuzulerk, dema ji bo kevokên xwe yên li ser banê xaniyê xwe yê li kolana Haci Nûrî sax bike derket ser xanî, ji ber gulereşandina polîsên Tirk jiyana xwe ji dest da.

Ji ber êrîşên polîsan, cenazeyên Tuzulerk nikare ji taxê bê derxistin. Malbatê cenaze li betaniyeyê pêçandiye û li mala xwe radigire.