Hejmara kesên li Qeladizê jiyana xwe ji dest dan derket 2’yan

Li navçeya ya Başûrê Kurdistanê di gulebarana pêşmergeyan a li ser gel de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan, derket 2’yan. Tê diyarkirin ku hejmara birîndaran jî 17 kes in.

Li navçeya Qeladizê ya Başûrê Kurdistanê di gulebarana pêşmergeyan a li ser gel de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan, derket 2’yan. Tê diyarkirin ku hejmara birîndaran jî 17 kes in. Kesên jiyana xwe ji dest dane Mihemed Resud û mamostayê sporê Mamosta Mihemed e.

Îro danê êvarî li navçeya Qeladizê ya girêdayî bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, ji ber krîza siyasî û meaşên xebatkaran ku nayê dayîn ji aliyê mamosta, karker, doktor û gelê navçeyê ve meşeke protestoyî hat lidarxistin. Girseya li navenda navçeyê kom bû, ji bo nerazîbûna xwe nîşan bide xwest ber bi Avahiya PDK’ê ve bimeşe. Dema girse di ber avahiyê re derbas dibû, pêşmergeyên nobeda avahiyê digirtin girse gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de ciwanekî jiyana xwe ji dest dabû 3 jê giran 6 kes birîndar bûn. Li gor agahiyên dawî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 2’yan, hejmara birîndaran jî bûye 17 kes.

Hat diyarkirin ku piştî gulebaranê gel ketiye avahiya PDK’ê ya Qeladizê û avahî daye ber êgir.

Li gel vê li Jerewa ya girêdayî Ranya jî bi armanca piştgiriya ji gelê Qeladizê re gel derket kolanan, rêya Ranya Qeladizê li çûnûhatinê girt. Hat ragihandin ku gel avahiya PDK’ê ya li Jerawa jî şewitandiye. Her wiha li bajaroka Sengeser a Ranya jî gel bi armanca piştgiriya bi gelê Qeladizê û Jerawa derketiye kolanan û ber bi avahiya PDK’ê ve dimeşe.