Ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê wê li Hollanda aktîvîte bên lidarxistin

Li Hollandayê ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê wê rêze aktîvîte pêk bên. Aktîvîteyên wê sibe destpê bikin heta 18’ê Cotmehê dewam bikin.

Di aktîvîteyên wê sibe destpê bikin, mîtînga “Ji şer re na, aştî hema niha” li bajarê Den Haag wê bê lidarxistin, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Parlamenterê Amedê yê HDP’ê Altan Tan û Seroka Partiya Sosyalîst a Hollanda Harry van Bommel wek axaftvan wê beşdar bibin.

Li Hollandayê ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê wê rêze aktîvîte pêk bên. Aktîvîteyên wê sibe destpê bikin heta 18’ê Cotmehê wê dewam bikin.

Li bajarê Den Haag ê Hollanda wê sibe bi dirûşma, “Ji şer re na, aştî hema niha” mîtîngek bê lidarxistin. Di mîtînga ku Yekîtiya Hêza Demokratîk a Hollanda organîze dike, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Parlamenterê Amedê yê HDP’ê Altan Tan û Seroka Partiya Sosyalîst a Hollanda Harry van Bommel wek axaftvan wê beşdar bibin. Di mîtîngê de koma muzîkê ya Bajar jî wê amade be.

Di aktîvîteyên heta 18’ê Cotmehê wê bên lidarxistin de Altan Tan û Alî Haydar Konca wê cih bigirin.

Dîrok, cih û navnîşanên wê aktîvîteyên wê li Hollanda bên lidarxistin wiha ne:

10 COTMEH

Li Malieveld a Den Haag mîtînga "Ji şer re na aştî hema niha”. Saat 13:00.

Wê li Venlo panelek bê lidarxistin. Panel saet 17:00’an wê li, De Berckt 1 5991 PD Baarlo Venlo, pêk bê. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdad wek axaftvan wê beşdar bibe.

11’Ê COTMEHÊ

Li Den Haag ciwan tên gel hev, aktîvîte li Leyweg 533 B 2545 GG Den Haag wê di saet 15.00’an de destpê bike.

Li Beverwîjk Mewlûda Şêx Saîd. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Altan Tan tevlî dibe, wê mewlûd li Parallelweg 97 1948 nl Beverwîjk bê dayîn.

Amersfoort

Panela hilbijartinê wê saet 14.00’an bê lidarxistin.

Nîjmegen

Panela HDP’ê wê li Wîjkcentrûm Meîhorst 70-39 Nîjmegen bê lidarxistin, Mahîr Sayin wek axaftvan wê tevlî panelê bibe.

16’Ê COTMEHÊ

Alkmaar

Aktîvîteya piştevaniya HDP’ê wê li Van Maerlantstraat 8-10 Alkmaar di saat 19:00 de bê lidarxistin.

17’Ê COTMEHÊ

Li Almelo civîna gel, bi tevlîbûna Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Ali Haydar Konca ve wê li Bornerbroeksestraat 19 7607 KD Almelo çêbibe.

18’Ê COTMEHÊ

ÛTRECHT

Bi tevlîbûna Parlamenterê HDP’ê A. Haydar Konca ve wê civîn li Brazîlîedreef 2 Utrecht çêbibe.

DEVENTER

Bi tevlîbûna Parlamenterê HDP’ê Ali Haydar Konca wê li De Horst-Kerkstraat 5 7412 XM Deventer çêbibe.