Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû ya li meydana Mîtînga Aştiyê ya Enqereyê ye got, "Yên ku ji bo aştî û demokrasiyê li hev kom bûn, rastî komkujiyê hatin. Xuyaye yên vî welatî bi rê ve dibin, hêviya xwe ji xwînê hene, desthilatdariya xwe vî rengî didomînin."
Çerkezolgû anî ziman ku ew bi gerandina govendê ketine qadê û got, "Ji nişka ve 2 teqînan rÛ dan. Em li cihekî nêzî wir bûn. Gelek hevalên me birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Yên ku ji bo aştî û demokrasiyê li hev kom bûn, rastî komkujiyê hatin. Xuyaye yên vî welatî bi rê ve dibin, hêviya xwe ji xwînê hene, desthilatdariya xwe vî rengî didomînin. Em xwediyên rastî yên vî welatî ne û em ê teslîm nebin."
Çerkezoglû diyar kir ku wan mîtîng betal kirine û got, "Li qada mîtîngê, polîsan çend caran êrîşî mirovên dixwestin birîndaran rakin, kirin."