Komploya 9'ê Cotmehê li Oslo hat şermezarkirin

Li paytexta Norwêc Osloyê, komploya 9'ê Cotmehê bi meşekê hat şermezarkirin.

Li paytexta Norwêc Osloyê, komploya 9'ê Cotmehê bi meşekê hat şermezarkirin. Girseya gel a li ber Stasyona Trenê ya Oslo dest bi meşê kir, ji Karl Johanê derbas bû û xwe gihand ber Parlamenta Norwêcê. Li vê derê bi zimanê Norwêcî daxuyaniyek hat dayîn û hêzên komploger û armanca van hêzan hatin vegotin.

Ji Komîteya Navendî ya PJAK'ê Ehwan Chiyako li vir mafê axaftinê wergirt û komploya 9'ê Cotmehê weke mezintirîn komploya sedsalê bi nav kir. Chiyako got, "Ji ber ku rastiya Kurdê azad û xurt a ji aliyê Ocalan ve hat afirandin, derb li berjewendiyên hêzên navneteweyî xist, ev komplo hat kirin." Chiyako ragihand, ku bi têkoşîna gerîla û gelê Kurd re komplo negihaştiye armanca xwe û destnîşan kir, ku gelê Kurd û tevgera azadiyê, pêngaveke mezin kiriye. Chiyako got, "Hêza me îro heye, ku bi deh qatan bersivê bidin, yên li me dixin."

Di çalakiyê de dirûşmên "Ji Ocalan re Azadî", "Ji Kurdistanê re Azadî", "Terorîst Erdogan" ên bi zimanên Norwêcî û Kurdî hatin qîrîn.

...