Li Dortmûndê panela hilbijartinê

Li bajarê Elmanya Dortmûndê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Navenda Çanda Elewiyan panelek li ser hilbijartinê lidar xistin.

Li bajarê Elmanya Dortmûndê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Navenda Çanda Elewiyan panelek li ser hilbijartinê lidar xistin. Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir, ku girîng e hemû Elewî di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de li nava refên HDP'ê cih bigirin.

Tûncel bal kişand ser rewşa CHP'ê ku bi qasî 'nîşaneya gur' bike ji nirxên çepgiriyê dûr ketiye. Tûncel anî ziman ku li hemberî vê rewşê HDP bûye platformeke hevpar ji bo hemû bawerî û gelan û da zanîn, ku pêwîste di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de Elewî hemû di nava refên HDP'ê de cih bigirin.

Serokê AABF Huseyîn Mat jî di axaftina xwe ya li panelê de diyar kir ku Elewî bi dewleta Kemalîst a 90 li rû hev hatine û li dora daxwazên hevpar bi siyaseta HDP'ê re têkiliyeke ji dil ava kirine.

Mat da xuyakirin ku divê Elewî bi taybetî di vê demê de li nava refên HDP'ê cih bigirin û destnîşan kir ku yekane temînata aştî, biratî û azadiyê HDP ye. Mat bi taybetî ji Elewî û demokratên li Dortmûnd û derdora wê dijîn xwest, ku di navbera 8-25'ê Cotmehê de biçin ser sindoqan, dengê xwe ji bo aştî û biratiyê bi kar bînin.

Di axaftinên li panelê de hat destnîşankirin, ku ji bo rizandina polîtîkaya şerê qirêj ê AKP'ê û Qesrê, divê deng ji HDP'ê re bên dayîn. Panel bi qîrîna dirûşmên "Bijî Biratiya Gelan", "Bijî HDP" bi dawî bû.

...