MUB'ê bi wesîleya '10'ê Cotmehê Roja Şehîdan' de bang li xizmên cangoriyan, gel û pêkhateyên MUB'ê kir ku li her derê li dora durê berxwedanê yê cangoriyan xwe bi rêxistin bikin û armancên wan temsîl bikin.
Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Behtnahrîn (MUB) daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn, di nava zor û zehmetiyan de hêza rêxistinbûyî ya gel e.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji dema avabûnê heta roja îro, wan xwe ti carî ji zehmetî û ronîkirina rastiyan venegerine û hat gotin, "10'ê Cotmeheê roja şehîdên berxwedanê jî, di encama fedekariyên mezin de weke nirxekî pîroz hatiye afirandin. Li hemberî polîtîkayên înkar û tinekirinê yên li dijî gelê me, mînakeke bilind a cesaretê hatiye nîşandan û berdêlên asta bilind hatine dayîn. Tevî hevalê Abgar ê di 10'ê Cotmeha 1990'î de li çiyayên Zagrosê di kemîna xayin a artêşa Tirk de şehîd ket, dîroka şehîdan a MUB'ê destpê kiriye û heta roja îro bi biryardarî karwanê şehîdan mezin bûye. Meşa me ya lehengiyê ya bi Şehîd Abgar re destpê kir, bi yekîtî û têkoşîna azadiyê ya gelê me re xurttir bûye. Vîna xwefedakirina ji bo gelê xwe, bi hevrêyên Cûdî, Matay Rabo û Athro re, pêşî li rêya berxwedan û vejîna neteweyî vekiriye. Desteya fedaiyan a di Sibata 2015'an de li Xabûrê hat nivîsandin, rêya rizgariyê nîşanî gelê me daye û hêviya jiyana hevpar afirandiye. Şehîdên me li Zagros, Qendîl, Mûsil, Xabûr û herêmên din dane, deng û rûmeta gelê me gihandine qada navneteweyî, di nava beşeke mezin a gelê me de rê li ber hişyarbûnê vekiriye. Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn, ji bo parastina nirxên gelê me û temsîlkirina nasnameya gelê me, li dijî hêzên xwedî mejiyê qirkirinê, helwesteke bêtirs a li rûmeta însanî tê, nîşan daye."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di roja îro de li Mezopotamya û Rojhilata Navîn, hewl tê dayîn dewlemendiyên çandî û berhemên dîrokî yên gelê Asûrî, Suryanî, Aramî, Keldanî bên tinekirin û hat gotin, "Em bi dijminekî welê re rû bi rû ne ku nikare xwe li hestiyên pêşiyên me jî rabigire. Ji ber vê yekê, girîng e gelê me nirxên me yên pîroz biparêze, bide jiyîn û xwedî li armanca şehîdan derkeve. Têkoşîna hatiye dayîn li Gozgarto û gelek herêmên din desteketiyên mezin bi xwe re aniye û gelê me xistiye rojeva platforma navneteweyî. Xwedîderketina li şehîdan bi mezinkirin û xurtkirina yekîtî û têkoşîna azadiyê ya gelê me dibe.
10'ê Cotmehê roja bîranîna şehîdên MBU e. Ev roj di heman demê de banga yekîtiyê li gelê Suryanî, Asûrî, Aramî, Keldanî ye. Bi wesîleya 10'ê Cotmehê em careke din hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin. Ji bo azadkirina mirovên xwe yên di destê rêxistna hov a DAIŞ'ê û barbarên din de dîl girtî ne, divê em têkoşîna xwe bilindtir bikin. Ji bo parastina gelê xwe, digîng e em li qadên siyasî û leşkerî gavên mezintir biavêjin.
Bi wesîleya 10'ê Cotmehê roja şehîdan em bang li xizmên şehîdên xwe, gelê xwe û pêkhateya MUB'ê dikin ku li her derê li dora ruhê berxwedanê yê şehîdan xwe bi rêxistin bikin û armancên wan temsîl bikin."