Li Munchenê dengdayîn dewam dike

Li bajarê Elmanya Munchenê, dengdayîna ji bo hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê, dewam dike.

Dengdayîna li navnîşana Arnhûlfstrasse 62, dewam dike. Tê payîn, ku ji ber dawiya hefteyeyê ye hilbijêrên li herêmên dûr bi otobusan bên dengê xwe bi kar bînin.

Li ser navê komîsyona hilbijartinê ya li herêmê Şerafettîn Akbîngol daxuyaniyek da û ragihand, ku wan li pêşberî cihê dengdayînê weke Komîteya HDP ya Munchenê konê agahdarkirinê vedane û agahiyan didin hilbijêran.

Konê ji aliyê HDP'ê ve hatiye vedan wê heta25'ê Cotmehê ji saet 10:00 heta saet 19:00 xizmetê bide hilbijêran.