Ciwanên Şengalê li ser peyama Rêber Apo civînek lidar xistin

Li Şengalê bi pêşengiya ciwanan li ser peyama Rêber Apo ya ji bo civaka Êzidî civînek hate lidarxistin.

Duh êvarî li Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê û Yekîtîya Jinên Ciwan ên Şengalê li ser peyama Rêber Apo ya ji bo civaka Êzidî, civiyan û semînerek hate dayîn. Civîn li komelgeha Duhola, li Navenda Ciwanan a Ş.Pîr Çeko çêbû û bi dehan ciwan beşdar bûn.

Civînê di kesayeta şehîdên pêşeng ên PKK’ê, Ş.Riza Altûn û Ş.Alî Haydar Kaytan, ji bo tevahiya şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Di civînê de peyamên Rêber Ocalan ên ji bo ciwanan û civaka Êzidî hatin xwendin û nirxandin li ser hate kirin.

Endamê Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê Hebîb Şengalî axivî û got: “Me ev civîn ji ber peyama Serok Apo ya ji bo civaka Êzidî çêkir. Peyama Serok Apo ne tenê ji bo ciwanan, ji bo hemû gelê Êzidî gelekî girîng bû. Fikrê Serok Apo em li ser lingan hiştin. Me bi fikrê wî hêza leşkerî birêxistin kir û me karî em rê li ber fermanê bigirin. Me divê em gelê xwe bêtir biparêzin û birêxistin bikin. Civaka Êzidî hê jî li ber xeteriyên mezine, çar aliyê me şere. Ji ber vê pêwîste em hêza xwe ya parastinê mezintir bikin.”