Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, der barê komkujiya li Enqereyê de agahî da ANF'ê. Onder got, "Bombe li pişt korteja HDP'ê teqiya. Du teqînên mezin rû dan û teqîneke biçûk pêk hat. Gelek mirî û birîndar hene. Derdora me bi cesedan tijî ye. Em bi ambûlansan re mijûl dibin."
'WESAYÎT Û PAKETA BI GUMAN'
Onder da zanîn ku li cihê bûyerê wesayît û paketeke bi guman hene û got, "Li pêşberî cihê garê yê Parka Gençlîk, 30-40 metre dûrî cihê teqînê, wesayîteke bi guman ku tê gotin bombe tê de ye, heye. Her wiha paketeke bi guman a 30-40 metre dûrî wê heye."
'BILA XWÎN JI NEXWEŞXANEYÊN HACETTEPE Û ÎBNÎ SÎNA RE BÊ DAYÎN'
Onder banga dayîna xwînê kir û got, "Em bang li her kesî dikin ku xwînê bidin nexweşxaneyên Nûmûne û Îbnî Zîna ya Zanîngeha Enqere ya Hacettepeyê. Bi sedan birîndarên me hene. Divê her kes biherikin van nexweşxaneyan."