Li navçeya Qeladizê girseya bi armanca krîza aborî ya li Başûrê Kurdistanê protesto bike kom bû, dema di ber avahiya PDK’ê ya navçeyê re derbas dibû hat gulebarankirin. Di gulebaranê de ciwanê bi navê Mihemed Resud jiyana xwe ji dest da.
ANF
SILÊMANIYÊ
în, 9 kewçêrê 2015, 20:57
Li navçeya Qeladizê ya Silêmaniyê girseya bi armanca krîza aborî ya li Başûrê Kurdistanê protesto bike kom bû, dema di ber avahiya PDK’ê ya navçeyê re derbas dibû hat gulebarankirin. Di gulebaranê de ciwanê bi navê Mihemed Resud jiyana xwe ji dest da, 3 jê giran 6 kes birîndar bûn.
Îro danê êvarî li navçeya Qeladizê ya girêdayî bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, ji ber krîza siyasî û meaşên xebatkaran ku nayê dayîn ji aliyê mamosta, karker, doktor û gelê navçeyê ve meşeke protestoyî hat lidarxistin.
Girseya li navenda navçeyê kom bû, ji bo nerazîbûna xwe nîşan bide xwest ber bi Avahiya PDK’ê ve bimeşe. Dema girse di ber avahiyê re derbas dibû, pêşmergeyên nobeda avahiyê digirtin girse gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da 3 jê giran 6 kes birîndar bûn.
Li gor çavkaniyeke herêmî li navçeyê alozî didome, hejmara girseyê her diçe zêde dibe û hê jî girse tê gulebarankirin.
Li gel vê li Jerewa ya girêdayî Ranya jî bi armanca piştgiriya ji gelê Qeladizê re gel derket kolanan, rêya Ranya Qeladizê li çûnûhatinê girt. Aloziya li bajarok ku zêde dibe, gelek hêzên asayîşê û pêşmerge sewqî ber avahiya PDK’ê hatin kirin.