Komkujiya li Enqereyê wê li Den Haagê bê protestokirin
Li bajarê Hollanda Den Haagê, wê komkujiya li Enqereyê, bi çalakiyeke mezin bê protestokirin.
Li bajarê Hollanda Den Haagê, wê komkujiya li Enqereyê, bi çalakiyeke mezin bê protestokirin.
Di daxuyaniya li ser navê Komîteya HDP'ê ya Hollandayê hat weşandin de hat ragihandin ku rejîma li Tirkiyeyê ji bo dengê bindestan ê aştî û azadiyê qut bike, qada mîtînga aştiyê veguherandiye gola xwînê û aht gotin, "Desthilatdariya ku nikare meşa bi sed hezaran a li hemberî desthilatdariya Erdogan a faşîst û dîktatoriya qesrê bisekine, serî li rêbazên dij mirovane dide û dixwaze meşa gelan asteng bike."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku her şêwe komkujî wê nikaribe meşa HDP'ê ya ber bi desthilatdariyê ve bisekinîne û hat gotin, "Îro li bajarê Hollanda Den Haagê mîtînga 'Ji şer re na, aştî a niha' tê lidarxistin. Em bang li tevahiya gelê xwe û mirovên hesas û hestyar dikin ku beşdarî vê çalakiyê bibin."
Mîtîng wê li Malieveldê saet di 13:00 de destpê bike.