Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, der barê komkujiya li Enqereyê de daxuyaniyek da û got, "Yê ku li Kobanê komkujî kir, yê ku li Pirsûsê jiyana ciwanan çilmisand û yê ku li Enqereyê komkujî kir, yek e. Ev yek di encama hevpariya zîhniyeta AKP û DAIŞ'ê de hatine kirin."
Der barê êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê de, pêkhateyên KESK'ê, rêxistinên civakî yên sivîl, ÎHD, Baroya Amedê, Hevserokên KCD'ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Emîne Ayna û Kamûran Yuksek û nûnerên gelek partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, li avahiya KCD'ê civîneke çapemeniyê lidar xistin.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle li vir peyivî û diyar kir ku ew komkujiyê bi tundî lenet dikin. Dîcle anî ziman ku ji bo çavtirsandina gel û alîgirên demokrasiyê ye.
Hatîp Dîcle anî ziman ku ew ê li hemberî êrîşan têkoşîna xwe bidomînin û got, "Yê ku li Kobanê komkujî kir, yê ku li Pirsûsê jiyana ciwanan çilmisand û yê ku li Enqereyê komkujî kir, yek e. Ev yek di encama hevpariya zîhniyeta AKP û DAIŞ'ê de hatine kirin. Eger komkujiyên beriya niha hatibûna ronîkirin, yên ev komkujî kirin wê cesaret nekiribûna. Her wiha rewşeke manîdar e ku komkujî, piştî daxuyaniya KCK'ê ya ji bo agirbestê hatiye kirin. Lê belê em bi xurtî li pişt vê biryara bêçalakîtiyê disekinin. Û bang li AKP'ê dikin ku li gorî vê biryarê tevbigere."
Piştî axaftinê, plana çalakiyan a bi Bloka Aştiyê re hatiye amadekirin, hat aşkerakirin.
DEM Û CIHÊ ÇALAKIYAN
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em ê destekê bidin çalakiya şînê ya li gelemperiya Tirkiyeyê ya 12-13'ê Cotmehê, ku ji aliyê Bloka Aştiyê ve hat aşkerakirin.
-Bi destekkirina biryara bêçalakîtiyê ya ji aliyê KCK'ê ve hat aşkerakirin re, em ê ji bo sekinandina şer li her qadê bikevin nava hewldanan.
-Li gelemperiya Kurdistan û Tirkiyeyê em ê tevlî merasîma cenazeyên şehîdên xwe yên duh hatin qetilkirin bibin û wezîfeya xwe ya dawî ya li pêşberî wan bi cih bînin.
-Îro saet di 16:00 de ji Parka Koşûyolû heta cihê komkujiya mîtînga Amedê meydana Stasyonê em ê bi awayekî girseyî bimeşin. Û destnîşan bikin, ku li ti cihî em têk naçin.
-Ji bo destekkirina şîna 3 rojan a Bloka Aştiyê îlan kiriye, em bang li gelê xwe dikin ku kevnê reş bi malên xwe ve bikin û her êvarê saet di 08:00 de çalakiya teqereqê, komkujiyê şermezar bikin.
-Her wiha bi Komîsyona Krîzê re em ê her tim plansaziyên çalakiyan diyar bikin û di rewşên awarte de van çalakiyên hatine plankirin pêk bînin.
-Bi biryara KCK'ê ya bêçalakîtiyê re, ji bo dawî li qedexeya derketina derve bê anîn û pêkanînên bi vî rengî careke din nekevin meriyetê, em ê bikevin nava hewldanên pêwîst."