Ciwanan li Baselê komkujiya li Enqereyê şermezar kirin

Li bajarê Swîsre baselê, endamên Ciwanên Azad duh bi şev meşiyan û komkujiya li Enqereyê şermezar kirin.

Li bajarê Swîsre baselê, endamên Ciwanên Azad duh bi şev meşiyan û komkujiya li Enqereyê şermezar kirin.

Ciwanan di meşê de dirûşma "Kujer Erdogan" qîriyan. Di meşa ku bi sedan ciwan lê amade bûn de, ciwan li navendên cuda yên bajêr çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, ciwanan li Marktplatzê daxuyaniyek dan çapemeniyê û bi qîrîna dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.

...