TEV-DEM'ê komkujiya li Enqereyê şermezar kir
Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, komkujiya li Enqereyê ya li hemberî mîtînga aştiyê şermezar kir.
Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, komkujiya li Enqereyê ya li hemberî mîtînga aştiyê şermezar kir.
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dîsa welatiyên aştî û demokrasîxwaz ji aliyê hêzên dijberî aştiyê rastî êrîşî û komkujiyên herî hov tên û vê carê jî li paytexta Tirkiyeyê Enqere. Komkujiyên li bajarê Amedê, Pirsûsê û niha li Enqere heman şêwaz hatiye bikaranîn. Ev yek jî diyar dike ku aliyên ev komkujî pêk anîne, heman aliyên ku dijminahiya aştî, biratiya gelan û pêkanîna demokrasiyeke rasteqîn dikin in.
Rastiyên ku derketine holê rola AKP’ê di van komkujiyan de ku hêjî dijminahiya gelê Kurd û hêzên demokrasîxwaz dike, aşkera ye. Êrîşên polîsan li dijî welatiyên ku hewl didan birîndaran ji qada komkujiyê derbixin, nîşana vê yekê ye.
Ev şerê ku hikûmeta Tirkiyeyê îlan kiriye li dijî hewldanên aştiyane ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hêzên demokrasîxwaz in. Di encamê de ev tevlihevî û komkujî rû didin. Berpirsyariyê yekemîn ji vê komkujiya ku li Enqereyê rû daye jî hikûmeta Tirkiyeyê ye.
Em wekî endamên TEV-DEM’ê piştgiriya xwe di asta herî jor de bi aştîxwazên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re dikin. Em dibêjin ku pêwîste li hemberî van kiryarên hovane divê hevgirtin ji bo pêkanîna azadî, aştî û demokrasiyê li seranserî herêmê bê xurtkirin û asta têkoşînê jî bê bilindkirin.
Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan, gelê Kurd, biratî û HDP’ê re dixwazin û şifaya lezgîn ji birîndaran re hêvî dikin."