Komkujî li Marsîlyayê hat şermezarkirin

Komkujiya li Enqereyê, li bajarê Fransa Marsîlyayê hat şermezarkirin. Meşa ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlyayê ve hat organîzekirin û bi qasî 4 hezar kes beşdar bûn.

Komkujiya li Enqereyê, li bajarê Fransa Marsîlyayê hat şermezarkirin. Meşa ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlyayê ve hat organîzekirin û bi qasî 4 hezar kes beşdar bûn. Girseya gel bi hêrs dirûşmên "Kujer Erdogan", "Kujer AKP", "Şehîd Namirin" qîriya û ji Canebîerê heta meydana Vîeûx Portê meşiya. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, siyasetmedar Felat Merînos ji girseyê re axivî.

Merînos anî ziman, ku Erdogan û ekîba wî yên piştî têkçûna 7'ê Hezîranê bi binpêkirina hemû pîvanên exlaqê re li dijî gelê Kurd şer dane destpêkirin, gelê Kurd baş nas nekirine û got, "Em fedaiyên Serok Apo ne ku me li ber wî û li ber yên beriya wî ti carî serê xwe netewandine; Em ne ew 'Kurd ê wî' ne. Em neferên tevgereke ku Tansû Çîller, Mesût Yilmaz, Demîrel û gelek yên weke wan, ji siyasetê birine. Em hevrêyên gelê li Nisêbîn, Cizîr, Şirnex û tevahiya Kurdistanê li ber xwe dide, ne. Divê Erdogan û ekîba wî zanibin; yên beriya wî li hemberî gel şer dan destpêkirin, ti ji wan li ser desthilatdariyê neman, ew ê jî nemîne."

Piştre Hevseroke Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlyayê Yilmaz Açikyuz mafê axaftinê wergirt û got, "Me ji bîr nekir ku dayikeke Kurd cesedê keça xwe xist hundirê sarincê, me ew hevrêyê xwe ji bîr nekir ku li paş wesayîta polîsan bi erdê re hat kaşkirin, me gerîlaya jin ji bîr nekir ku piştî hat qetilkirin bedena wê li nava kolanê hat tazîkirin, em ê hevrêyên xwe yên li Enqereyê hatine qetilkirin, ji bîr nekin."

Di daxuyaniya li ser navê Navenda Çanda Elewiyan a Marsîlyayê hat dayîn de hat gotin, "Em gelekî baş dizanin ku berpirsyarê vê komkujiyê, Erdogan û AKP ne ku li hemberî gel şer dane destpêkirin."

Herî dawî nûnerê baskê Partiya Komunîst ê ciwanan peyivî û xemgîniya xwe ya ji ber jidestdayîna aştîxwazan li Enqereyê, anî ziman. Nûner ragihand, ku berpirsyarê yekane yê vê komkujiyê polîtîkayên zordar ên dewleta Tirk e.

Di meşê de çalakvanan hem li ser komploya navneteweyî, hem jî li ser komkujiya li Enqereyê belavok belav kirin.

...