Komkujî li Elmanya û Fransayê hat şermezarkirin
Komkujiya li Enqereyê, ku herî kêm 128 kesan jiyana xwe ji dest dan, li derveyî welat jî bi çalakiyan tê şermezarkirin.
Komkujiya li Enqereyê, ku herî kêm 128 kesan jiyana xwe ji dest dan, li derveyî welat jî bi çalakiyan tê şermezarkirin.
Komkujiya li Enqereyê, ku herî kêm 128 kesan jiyana xwe ji dest dan, li derveyî welat jî bi çalakiyan tê şermezarkirin.
MONTPELLÎER: Li bajarê Fransa Montpellîerê, Kurdistanî û dostên wan ên li meydana Comedîe civiyan, komkujiya li Enqereyê şermezar kirin. Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin, ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û AKP berpirsyarê komkujiyê ne. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Montpellîerê Mehmet Demîr diyar kir ku gelê Kurd bi komkujiyan nayê têkbirin û destnîşan kir, ku têkoşîn wê dewam bike. Çalakiya rûniştinê, ji Fransiyan jî destek wergirt.
SAARBRUCKEN: Komkujî, li bajarê Elmanya Saarbruckenê jî hat protestokirin. Bi sedan kesên saet di 17:00 de li ber Europa Galerî civiyan, tevî desteka welatiyên Elman, komkujiya li Enqereyê şemrezar kirin. Di axaftina li ser navê pêkhateyên HDP'ê de hat ragihandin ku komkujî ji aliyê AKP'ê ve hatiye kirin û banga bilindkirina têkoşînê hat kirin.
BREMEN: Êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga aştiyê ya li enqereyê, li bajarê Elmanya Bremenê bi meşeke girseyî hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ên li komeleya Bratî e.V. civiyan, heta Sîelwall meşiyan. Bi hezaran kesan di meşa heta ber parlamenta eyaleta Bremenê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bimire faşîzm" qîriyan. Di çalakiyê de bang li dewletên Ewropayê hat kirin ku nebin hevparê komkujiyan û ji bo pêşîgirtina li sûcên li dijî mirovahiyê, hişyarî zextê li AKP'ê bikin."