'Şehîdên Aştiye' ji Enqereyê tên oxirkirin

Ji bo mirovên duh di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, wê îro li Meydana Sihhiye, merasîmeke bîranînê û oxkirinê bê lidarxistin.

Ji bo mirovên duh di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, wê îro li Meydana Sihhiye, merasîmeke bîranînê û oxkirinê bê lidarxistin.

Tevî organîzatorên mîtînga aştiyê ya li Enqereyê KESK, DÎSK, TMMOB û TTB, Komîteya Koordînasyonê ya ji nûnerên saziyên beşdarî mîtîngê bûn, wê îro ji bo welatiyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane merasîmeke bîranînê û oxirkirinê lidar bixin. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag wê beşdarî merasîmê bibin.

'EM DI NAVA ŞÎNÊ DE NE, DI NAVA ÎSYANÊ DE NE'

Komîteya Koordînasyonê bi sernavê "Em di nava şînê de ne, di nava îsyanê de ne, di aştiyê bi israr in" daxuyaniyek weşand û bernameya xwe aşkera kir:

"Ji bo hîn bêhtir xwîn nerije, ji bo hîn bêhtir zarokên me jiyana xwe ji dest nedibn, ji bo hîn bêhtir rondikên çavan nebarin û mirov neêşin, bi deh hezaran parêzvanên aştiyê li Enqereyê kom bûn. Lê li nava bi deh hezaran aştîxwazan bi awayekî namerdî bombe hatin teqandin û zêdeyî 100 hevrêyên me, hevalên me, canên me jiyana xwe ji dest dan, bi sedan jî birîndar bûn.

Berdêla wê çi dibe bila bibe, em di têkoşîna aştî û demokrasiyê de bi israr in...

Kiryar diyar e... Yên dane dû desthilatdarî û saltanatê, bi dehan qurnefîlên me qurmiçandin…

Li hemberî namerdî û şer, em ê qurnefîlên xwe bi qurnefîlan ber bi bêdawîtiyê oxir bikin.

11'ê Cotmehê roja Yekşemê (îro) saet di 10:00 de, weke nûnerên saziyên banga mîtîngê kirin û beşdar bûn, em ê li ber gara TCDD a Enqereyê, li cihê komkujî lê hat kirin, qurnefîlan deynin.

Saet di 11:00 de li Meydana Sihhiye, em ê bi awayekî komî, merasîma bîranîn û oxirkirina şehîdên xwe pêk bînin.

Em bang li her kesên dilê xwe ji bo aştiyê lê didin dikin, ku saet di 11:00 de bi qurnefîlan li Meydana Sihhiye bin.

Em ê şehîdên xwe li bajaran jî bi qurnefîlan pêşwazî bikin û bi merasîmên girseyî ber bi bêdawîtiyê oxir bikin.

Her wiha em bang li gelên xwe û hemû derdorên baweriya xwe bi aştiyê hene dikin, ku beşdarî greva rojên Duşem û Sêşemê bibin û jiyanê bisekinînin."