Prof. Ersanli: Êrîşa li dijî korteja partiyeke aştîxwaz, balkêş e

Tevî ku êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê li herêmê û cîhanê deng veda û di ser re 24 saet derbas bûye jî, balkêş e ti ji berpirsyaran îstifa nekirine.

Tevî ku êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê li herêmê û cîhanê deng veda û di ser re 24 saet derbas bûye jî, balkêş e ti ji berpirsyaran îstifa nekirine. Prof. Buşra Ersanli îlana agirbesta yekalî ji aliyê KCK'ê ve û êrîşa bombeyî ya di heman rojê de li hemberî mîtînga aştiyê, ji ANF'ê re nirxand.

Prof. Ersanli got, "Gelekî bi êş û giran e. Li hemberî korteja partiyeke ku ji bo aştiyê li ber xwe dide, pêk hatina êrîşeke bi vî rengî rewşeke balkêş e. Heta ku em bi hev re negirîn, em ê nikaribin bi hev re bikenin. Divê em şîna xwe bi cidiyeteke mezin bigirin.

Di dem û rewşeke ku mirov li benda biryara agirbesta yekalî ya PKK'ê bû (ku îro agirbest hat îlankirin) rûdana teqîneke wiha, di hişê mirovan de rê li ber pirsan vekir. Halbûkî di hilbijartinên beriya niha de hikûmeta AKP'ê bi israr 'agirbest' dixwest.

Ne pêkane ku êdî ji sîstemeke şîdetê bi kar tîne, bawer bikim. Lê belê di rewşeke bi vî rengî ya ku derfetên rawestandina şer hebû de pêkhatina komkujiyeke bi vî rengî, nîşan dide ku tê xwestin pêşî li aştiyê were girtin. Yê ku ji aliyê aştiyê ve xwedî vîneek xurt in, kî dibe bila bibe, bêguman wê dest ji aştiyê bernede."

Der barê helwesta rayedarên payebilind ên hikûmet û dewletê ya li ser mijarê de Prof. Ersanli ev nirxandin kir:

"Bêguman diviyabû îstifa bikira. Wezîrê Karên Hundir bi gotina, 'teqîn li qada mîtîngê nebû' û hewl da ji berpirsyariyê bireve. Serokwezîr rabû got, 'Em ne hikûmeta AKP'ê ne, em desteya hilbijartinê ne'. Wî jî xwest xwe ji berpirsyariyê vegire. Mîna ku bêjin, em bi tenê mîtîngên bi kêrî me tên ji nêz ve dişopînin, bala me li ser wan e. Ji aliyê dilêşî ve rewşeke gelekî cidî ya dûrketina ji hev heye. Rewşeke acizî û sextekariyek heye. Yê ku nikaribe şînê parve bike, wê nikaribe rojên xweş parve bike."

Ersanli ji malbatan re sersaxî xwest û got, "Êş gelekî mezin e. Tevî her tiştî jî wê aştî û aştî qezenc bike."