Komîteya Kedkaran a KCK'ê: Hesabê komkujiya Enqereyê wê were pirsîn
Komîteya Kedkaran a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku komkujî ji aliyê AKP'ê ve hatiye kirin.
Komîteya Kedkaran a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku komkujî ji aliyê AKP'ê ve hatiye kirin.
Nerazîbûna li hemberî komkujiya duh a li Enqereyê ku di encama êrîşa li dijî mîtînga aştiyê de 121 kesan jiyana xwe ji dest dan, dewam dike. Komîteya Kedkaran a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku komkujî ji aliyê AKP'ê ve hatiye kirin.
Komîteya Kedkaran a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, komkujiya li Enqereyê şermezar kir û da xuyakirin, ku hemû aştîxwaz, hêzên ked, aştî û demokrasiyê hedef hatine girtin.
Komîteyê bibîr xist, ku beriya niha komkujiyên bi heman rengî hatine kirin û got, "Di 1'ê Gulana 1977'an de li Taksîm a Stenbolê êrîş li hemberî kedkaran hatibû kirin û wê rojê bi dehan kedkar hatibûn qetilkirin, bi sedan birîndar bûbûn. Beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê li mîtînga HDP'ê ya li Amedê û di 20'ê Tîrmehê de li Pirsûsê bombe hatin teqandin û komkujî hatin kirin. Hêzên ku komkujiyên beriya niha kirin û yên ev komkujiya li Enqereyê kirin, heman hêz in. Û van hêzan bi van komkujiyan re rûyê xwe yê rast Nîşan dan. Mîna komkujiyên li Amed û Pirsûsê, ev komkujiya li Enqereyê jî li dijî azadî, demokrasî, aştî û biratiya gelan hatiye kirin û weke sûcekî li dijî mirovahiyê cihê xwe di dîrokê de girtiye."
'KOMKUJÎ JI ALIYÊ HÊZÊN KONTRA YÊN AKP'Ê VE HAT KIRIN'
Komîteya Kedkaran a KCK'ê da zanîn, ku kedkar û gelên Kurdistan û Tirkiyeyê baş dizanin ev komkujî çima û ji aliyê kê ve hatiye kirin û ev xal destnîşan kir:
"Weke Komîteya Kedkaran em dizanin ku ev komkujiya li Enqereyê ji aliyê hêzên kontra yên taybet ên dewleta AKP'ê ya mêtînger ve hatiye kirin. Mîna armanca komkujiya li Pirsûsê, armanca komkujiya li Enqereyê jî astengkirina biratîbûna kedkar û gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Ev komkujî di roja ku KCK biryara xwe ya 'bêçalakîtiyê' aşkera bike de hat kirin. Em dizanin ku bi vê komkujiyê re hatiye xwestin çi mesaj bê dayîn û em bawerin ku ev rasthatin nîne.
Em bang li hemû kedkaran dikin ku bi awayekî çalak beşdarî biryara grevê ya rêxistinên kedê KESK, DÎSK, TMMOB, TTB bibin, bang li hemû hêzên demokratîk şoreşger dikin ku li cem rêxistinên kedê cih bigirin, bi bilindkirina berxwedanê re têkoşînê xurt bikin û li her cihê merasîma cenaze yên welatiyên jiyana xwe ji dest dane bi awayekî çalak û girseyî cih bigirin û xwedî li wan derkevin. Em hemû kedkarên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane weke şehîdên têkoşîna kedê ya azad û şehîdên aştiyê qebûl dikin. Li pêşberî bîranîna wan hemûyan em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."