Demîrtaş: Em ê teqez hesab bipirsin
Bi deh hezaran kes ji bo kesên hatin qetilkirin bibîr bînin û bi rê bikin li Sihhiye kom bûn. Demîrtaş ê li vir xîtabî gel kir got: “Îro em di şînê de ne bi hêrs û xemgîn in. Em ê teqez hesab bipirsin."
Bi deh hezaran kes ji bo kesên hatin qetilkirin bibîr bînin û bi rê bikin li Sihhiye kom bûn. Demîrtaş ê li vir xîtabî gel kir got: “Îro em di şînê de ne bi hêrs û xemgîn in. Em ê teqez hesab bipirsin."
Bi deh hezaran kes ji bo kesên hatin qetilkirin bibîr bînin û bi rê bikin li Sihhiye kom bûn. Demîrtaş ê li vir xîtabî gel kir got: “Divê li her cihê diçinê bi sed hezaran rêhevalên me bên oxirkirin. Îro em di şînê de ne bi hêrs û xemgîn in. Em ê teqez hesab bipirsin. Ew roj dûr nîn in.”
Cenazeyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li Qada Sihhiye ya ku duh dixwastin mitîngê li dar bixin bi dirûşma, "Qatil, diz Erdogan" tên oxirkirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li qadê ji deh hezaran re axivî û diyar kir ku kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan ji bo bêjin aştî hatinbûn cem hev. Demîrtaş anî ziman ku dîktator herî zêde ji aştiyê ditirsin û ligel komkujiyê ew dê her tim bêjin "Dîsa azadî dîsa berxwedan" Demîrtaş anî ziman ku ji duh ve Serokwezîr di hemû daxuyaniyên xwe de kesên jiyana xwe ji dest dan hedef girtin û wiha got: "Yên me qetil dikin û pişt me dikenin em ê çawa bên cem hev."
Bi deh hezaran kes ji bo "Şehîdên aştiyê" oxir bikin li qada Sihhiye hatin cem hev. Li qadê dirûşma "Qatil dewlet wê hesab bide" bilind bûn û ji AKP û Serokkomar Erdogan ên berpirsiyarê komkujiyên e bertek hatin nîşandan. Bi deh hezaran kes li çar aliyan ber bi qadê ve meşiyan û piştî gihiştin qadê rêzgirtin pêk hat. Pişt re bi deh hezaran kesan bi hev re dirûşmeya "Wê dîktatorî hilweşe gelê me qezenc bike" hat berzkirin. Bi deh hezaran kesên qad dagirtin bi dirûşman komkujî şermezar kirin.
Malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan dirûşma, "Qatil Erdogan" berz kirin û bi Kurdî û Tirkî lorik barandin û hatin qadê. Hin dayik nerihet bûn û gelek dayikan li hemberî Erdogan hêrsa xwe anîn ziman û gotin "Em wî careke din jî nakin serok"
Li ser navê saziyan daxuyaniya hevpar Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen daxuyanî xwend û wiha got: "Ev îsyan û şîn teqez kêm nabe. Berdêla wê çi be bila bibe têkoşîna me ya aştiyê wê bidome. Em ê her tim bi hev re biqîrin. Em ê li hemberî pêkanînên faşîzane yên hikûmetê û qesrê rawestin. "
Piştî axaftina Ozgen Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş bi serokên saziyên mîtîng li dar xistin hatin qadê û qurnefîl danîn ber Abîdeya Hîtîtî.
DEMÎRTAŞ: EM Ê HESABÊ JI KESÊN DIBÊJIN 'DEWLET MALÊ ME YE' BIPIRSIN
Demîrtaş diyar kir ku sed hezaran duh ji bo aştiyê ya ku dîtator herî zêde jê ditirsin hatin cem hev û wiha got: "Yekîtiya gelan û hêza bindestan nîşan bidin dihatin Sihhiyeyê. Ya faşîzm jê ditirse ev bû. Em vê yekê bi israr berdewam bikin. Em bi israr li cem hev bin. Dîsa azadî dîsa berxwedan."
Demîrtaş da zanîn ku heya niha 128 rêhevalên wan jiyana xwe ji dest dan e û bi malbatan re cenazeyan oxir dikin û wiha pê de çû: “Divê li her cihê diçinê bi sed hezaran rêhevalên me bên oxirkirin. Îro em di şînê de ne bi hêrs û xemgîn in. Em ê teqez hesab bipirsin. Ew roj dûr nîn in. Em ê hesabê ji kesên dibêjin 'em ev welat teslîm girt dewlet malê me ye' bipirsin. Em ê bi israr li ber xwe bidin. Em ê vê yekê nîşan bidin."
‘EM Ê ÇAWA BI KESÊN ME QETIL DIKIN Û PIŞT ME DIKENIN ÊŞA XWE LIHEV BÎNIN'
Demîrtaş axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji duh ve li Enqere teyrek jî bifire agahiya dewlêtê pê çêdibe lê li navenda Enqere komkujî asteng nekirin û pêşiya wê vekirin. Li Amed û Pirsûsê jî pêşiya komkujiyê vekiribûn. Ji duh êvarî ve Serokwezîr di hemû daxuyaniyên xwe de gef li me xwarin û em sûcdar nîşandan. Alîgirên wan heya nîva şervê di televîzyonan de yên hatin qetilkirin û em sûcdar kirin. Em dixwast di êrîş û komkujiyê de bibin yek. Lê yên me qetil dikin re em ê çawa bibin yek. Yên me qetil dikin û pişt me dikenin re em ê çawa bibin yek. Ji xwe yên di dilê wî de wijdan heyî li hev hatin e. Hemû bindestên li Tirkiyeyê li hemberî komkujiyê bûn yek. Nasname, bawerî û sekna me ya siyasî çi be bila bibe em weke bindest em ê bêjin ev dewlet malê me yê hevpar e. Em destûrê nadin ti kes dest deyne ser azadiya me û mafên me. Tenê em bi hev re piyên xwe li asfaltê bidin wê camên qesrê hilweşin."
Demîrtaş herî dawî got: "Em wan bi darbestan dişînin cihên lê hatin. Me efû bikin."
Piştre navên kesên jiyana xwe ji dest dan hatin xwendin.
Girse paşê bi cenazeyên li Enqere bên definkirin re çû Cemxaneya Batikentê û beşek jî çûn ber Saziya Tipa Edlî.
PROVOKASYONA POLÎSAN
Ewlehiya qadê ji aliyê kesên sendîka û partiyên siyasî peywirdar kirin ve hat girtin. Dema girse belav bû polîsan xwest provokasyonê pêk bîne. Dema girse belav bû polîsan anonsên "Li ser peyariyên hatin diyarkirin belav bin. Heke hûn belav nebin em dê êrîşê bikin" kirin.