BI DÎMEN

'Berpirsyarê xwîna tê rijandin Qesr û gladyoya wê ye'

Gelên li Zurîchê beşdarî çalakiya protestokirina komkujiya li Enqereyê bûn destnîşan kirin, ku berpirsyarê komkujiyê AKP û Erdogan ne.

Gelên li Zurîchê beşdarî çalakiya protestokirina komkujiya li Enqereyê bûn destnîşan kirin, ku berpirsyarê komkujiyê AKP û Erdogan ne.

Ji bo lenetkirina komkujiya li Enqereyê, li bajarê Swîsre Zurîchê çalakiyek hat lidarxistin.

WELATIYÊ JI PERÛ: BI KOMKUJIYAN RE BERXWEDANA GEL NAYÊ ŞIKANDIN

Welatiyekî Perû yê ji bo lenetkirina komkujiyê tevlî çalakiyê bû, da xuyakirin ku li pişt komkujiya li Enqereyê AKP û Erdogan hene û bi piştgiriya enternasyonal re banga destekkirina gelê Kurd kir.

Welatiyê Perûyî anî ziman ku li her dera cîhanê têkoşîna gelan gelek tiştan diguherîne û ragihand, ku Erdogan bi van komkujiyan re xwe diqedîne. Welatiyê Perûyî pêşgotineke Spanyolî bilêv kir û got, "Bi xwînê, têkoşîna gel nayê qelskirin, xwîna tê rijandin, berxwedana ji bo têkoşînê bilind dike."

KOMUR: ERDOGAN JI AŞTÎXWAZAN RE KOMKUJIYÊ REWA DIBÎNE

Hevserokê Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd li Swîsreyê Fûat Komur anî ziman ku berpirsyarê komkujiya li Enqereyê Erdogan û hêzên pê ve girêdayî ne û got, "Piştî têkoşîna 7'ê Hezîranê hemû polîtîkayên Qesrê bi temamî têk çûn." Komur diyar kir ku ji ber Erdogan dizane wê ji ber komkujî û sûcên heta roja îro kiriye bê darizandin, ji bo ji nû ve bibe desthilatdar komkujiyê li ser gelan rewa dibîne." Komur bang kir, ku di 1'ê Mijdarê de dîktatoriya Erdogan bi temamî were bidawîkirin.

Welatiyê bi navê Mûstafa Demîr jî destnîşan kir ku asta komkujiyên li gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê tên kirin çiqasî bilind be jî, ew ê ti carî bêdeng nemînin.

Sûltan Kusure û Kîbar Kûbûla jî nerazîbûn nîşanî Erdogan dan û komkujiya li ser Kurdan tê fezkirin, şermezar kir.