Tê gotin ku nasnameya êrîşkarekî bombeyî hatiye tespîtkirin
Tê gotin ku nasnameya yek ji êrîşkarên bombeyî yê li Enqereyê komkujî kirin, hatiye tespîtkirin. Her wiha wê li temamiya cenazeyan testa DNA bê kirin.

Hat ragihandin ku komkujî ji aliyê 2 êrîşkarên xwekuj ên bombeyî ve hatiye kirin. Çavkaniyên fermî dan xuyakirin, ku yek ji van êrîşkaran zilamekî 25-30 salî ye.
BOMBE DIŞIBE YA KOMKUJIYA PIRSÛSÊ
Hat ragihandin ku rêbaza êrîş û bombeya hatiye amadekirin, dişbe bombeya di dema komkujiya Pirsûsê ya 20'ê Tîrmehê de hatiye teqandin.
Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Harûn Kodalak der barê mijarê da xuyaniyek da û anî ziman ku ew li ser disekinin ku êrîş ji aliyê du kesan ve hatiye kirin û wê ji bo tespîtkirina êrîşkaran li ser hemû cenazeyên di rewşeke neyên naskirin de ne, testa DNA bê kirin.
Li gorî agahiyên ji saziya Tipa Edlî ya wergirtin, zêdeyî 10 cenaze di rewşeke neyê naskirin de ne û wê nasnameyên wan bi testa DNA bên tespîtkirin.