Li navçeya Amed Sûrê, rewşa Halîl Dûrsûn ê li taxa Hasirli di encama gulereşandina polîsan de birîndar bû, ji ber ku destûr nayê dayîn rakin nexweşxaneyê rewşa wî kêlî bi kêlî giran dibe.
Xwişka wî Binevş Altan anî ziman ku Dûrsûn ê ji ber êrîşa polîsan ji lingê xwe yê rastê birîndar bû, rewşa wî ya tenduristiyê her nebaş dibe. Altan diyar kir ku ji bo anîna ambûlansê ew çûye Meydana Deriyê Çiyê, bi rayedaren emniyetê re axiviye, lê destûr ji hatina ambûlansê re nehatiye dayîn.
Altan anî ziman ku birayê wê ji duh ve li taxê tê sekinandin û got, "Birayê min birîndar e û ji ber ku xwîn jê dikeç dibe ku bimire. Em li 112 geriyan, lê wan gotin ji ber astengiya polîsan nikarin bên. Eger tiştek bê serê birayê min, berpirsyar wê dewlet û polîs be."