24 ji aştîxwazên hatin qetilkirin ber bi cih û warên xwe ve hatin oxirkirin

Ji aştîxwazên li Enqereyê hatin qetilkirin, cenazeyên 24 ji wan ber bi cih û warên xwe ve hatin oxirkirin. Hat ragihandin, ku nasnameya 10 kesan jî, ji ber bandora dijwar a teqînê nehatiye tespîtkirin.

Ji aştîxwazên li Enqereyê hatin qetilkirin, cenazeyên 24 ji wan ber bi cih û warên xwe ve hatin oxirkirin. Hat ragihandin, ku nasnameya 10 kesan jî, ji ber bandora dijwar a teqînê nehatiye tespîtkirin.

Piştî ku ji bo kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan merasîmek hate lidarxistin, cenazeyên ku nasnameyên wan zelal bûne ji cih û warên wan re têne oxir kirin. Hate zanîn ku nasnameya 10 kesan nayê tespît kirin û karên tespîta cenazeyên 25 kesan jî berdewam dike. Ji ber ku 6 maseyên ji bo tespîtkirina nasnameyan hatine danîn têr nekir, malbatan nerazîbûn nîşan da. Malbatan sloganên "Kujer Erdogan" berz kirin û diyar kirin ku dewlet hem hezkiriyên wan dikuje hem jî cenazeyên wan nade. 

24 kesên ku nasnameyên wan hatine zelal kirin û ji cih û warên wan re  hatine oxir kirin ev in: 

Aycan Kaya (Êlih), Fevzi Sert (Edene Kozan), Hakan Dursun Akalın (Amasya), Uygar Coşkun (Çorum Akpınar Alaca), Muhammet Veysel Atilgan (Batman Kercews), Eren Akın (Meletî), Canberk Bakş (Meletî), Metîn Kurklu (Amasya Merzîfon), Kasım Otur (Meletî), Fatma Karabulut (Konya Cîhanbeylî), Kubra Meltem Mollooglu (Stenbol), Îdîl Guneyî (Bursa), Ercan Atsiz (Tekîrdag Çorlu), Şîrîn Kiliçalp (Konya Kulu Karcadag), Mehmet Hayta (Meletî), Alî Denîz Uzatmaz (Dîlok), Nevzat Sayan (Karaman), Bîlgen Parlak (Semsûr), Sarigul Tuylu (Gebze), Gazî Guray (Dersim)