Li Dîlokê 10 kes hatin binçavkirin

Li Dîlokê di operasyonên hevdemî de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.

Li Dîlokê di operasyonên hevdemî de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, polîsên tevgera taybet li taxên Guzelvadî û Beybahçe yên navçeya Dîlok Şahînbeyê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de tevî xebatkarên rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat Alaattîn Şen û Cûdî Taş, welatiyên bi navê Mehmet Huseyîn, Fîraz Kayran, Ûgûr Taşar, Abdullah Dayan, Enver Ozmen, Îslam Sarica, Engîn Babayîgît û Orhan Erten gelek kes hatin binçavkirin. Polîsên ku di dema serdegirtinan de deriyên malan şikandin, eşyayên li malan ji hev belav kirin. Hat ragihandin ku serdegirtin dewam dike û fikar hene hejmara binçaviyan zêde bibe.

Li ser sedema binçavkirinan agahiyek nehat bidestxistin. Li gorî agahiyan, polîsan binçavî birine Midûriyeta Emniyetê ya Dîlokê.