3 'şehîdên aştiyê' ji Batikentê tên oxikirin

Endamê GYK a EMEP'ê Korkmaz Tedîk û Sevgî Oztekîn, Ûygar Coşkûn ên li Enqereyê hatin qetilkirin, ji Batikentê bên oxikirin.

Endamê GYK a EMEP'ê Korkmaz Tedîk û Sevgî Oztekîn, Ûygar Coşkûn ên li Enqereyê hatin qetilkirin, ji Batikentê bên oxikirin.

Bi hezaran kes, ji bo şehîdên aştiyê li pêş metroya Batikentê civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Hêrsa dayikan wê kujeran bifetisîne", "Kujer Erdogan wê hesap bide gel", "Şerê qesrê, rondikên çavên dayikan" ber bi Mala Cem a Batikent ve meşiyan.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş beşdarî merasîmê bûn û ji malbatan re sersaxî xwestin. Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan û parlamenterên HDP'ê jî di merasîmê de amade ne.

Cenazeyên şehîdên aştiyê Tedîk, Oztekîn û Coşkûn, piştî merasîma li vê derê wê li Goristana Karşiyakayê bên veşartin.