ESP: Em dakevin kolanan, tevlî grevê bibin
ESP'ê destek da biryara grevê ya 2 rojan a ji ber komkujiya li Enqereyê. ESP'ê ji her kesî xwest, beşdarî vê grevê bibin û bang li gel jî kir ku dakeve kolanan.

Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), der barê biryara greva du rojan a rêxistinên ked û pîşeyî ya ji ber komkujiya li Enqereyê de, daxuyaniyek da.
'EM BI GIRSEYÎ BEŞDARÎ MERASÎMÊN CENAZEYAN BIBIN'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku yên komkujî kirine dixwazin têkoşîna ji bo aştiyê asteng bikin, bi afirandina tirsê re mirovan bi koledariyê razî bikin, serî bidin tewandin û got, "Ti rewabûna qesrê, hikûmetê û dewletê nemaey. Yên ku bi darbeya qesrê re li ser kursiya desthilatdariyê rûniştin, yê ku xwe weke Serokwezîr îlan kir, yên ku vîna gel a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de nas nekirin, em jî êdî wan nas nakin."
ESP'ê diyar kir ku pirsîna hesabê komkujiyê bi dilsoziya bi bîranîna şehîdan re dibe û bang li gel kir ku bi girseyî beşdarî merasîmên cenazeyan bibin.
ESP'ê her wiha desteka da biryara rêxistinên ked û pîşeyî yên ji bo greva rojên 12-13'ê Cotmehê û bang kir ku li her qada kar û jiyanê, ev biryara grev bi cih were anîn.