BI DÎMEN

Komkujiya li Enqereyê li Sydney hat protestokirin

Gelên li Sydney hatin gel hev, komkujiya li Enqereyê protesto kirin.

Gelên li Sydney hatin gel hev, komkujiya li Enqereyê protesto kirin.

Li bajarê Sydney ê Awûstralya komkujiya li Enqereyê ji aliyê sedan kesan ve hat protestokirin. Ciwanan bi awayekî sembolîk xwe li erdê dirêjkirin, berdilkên xwe bi rengê sor boyax kirin. Li gel partiyên çep-sosyalîst û Keskan, saziyên civaka sivîl jî tevlî çalakiyê bûn.

'RÊZ JI 6 MÎLYON DENG RE BIGIRIN!'

Berdevkê rojnameya Green Left  Weekly, di daxuyaniya xwe ya çalakiyê de komkujî protesto kir û got ku ew bi HDP’ê re di nav piştevaniyê de ne. Di çalakiyê de bang li AKP’ê hat kirin ku ‘rêz ji îradeya siyasî ya 6 mîlyon deng wergirtine re bigire”.

Nûnerê KNK’ê Îsmet Taştan jî daxuyaniyeke nivîskî da û komkujî protesto kir.