ROJEVA 20'Ê GULANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê bêne şopandin.
Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Zozan Çewlîg anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd nikare bêparastin bimîne û got, "Jin niha bi qirkirinê re rû bi rû ne. Li hemberî vê yekê kes nikare pêşî li têkoşîna azadiyê ya jinê bigire."
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî diyar kir ku Alî Haydar Kaytan PKK di çarçoveya jinê de dinirxand, di çareseriya pirsgirêkên civakî û veguherîna rastiya civakî de jî timî jin ji xwe re weke pêşeng didît.
Ji delegeyên Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê Şiyar Amed destnîşan kir ku Rêber Apo ti carî negot 'nayê guhertin' û got, "Niha jî çarenûsa çîrokê bi temamî diguherîne. Em ketine nava pêvajoyeke bi wî rengî."
"Niha armancên dewleta Tirk ên veşartî çi ne em nizanin, lê belê wisa dixuye ku Rêber Apo bi sebir, siyaset û helwesta xwe careke din ew anîne ser riya rast." Çavdêriya Ciwan Tûnç a li Kongreya 12'emîn a PKK'ê.
Ferhat Amed anî ziman ku PKK'ê ruh da gelekî mirî, rastiya gelekî welê afirand ku dibêje "Em ji mirinê mezintir in" û gavên destpêkê yên weke şoreşa jinê avêt. Ferhat Amed soz da ku di pêvajoya nû de jî hêjayî van nirxan be.
Ji Ddelegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Seyfî Zogûrlû got, "Ji bo me pêvajoyeke nû destpê kir. Şerê ku niha bê meşandin hîn zehmet e. Divê em xwe li gorî vê amade bikin, plan bikin û stratejiya xwe bi vî rengî ava bikin."
Heyeta DEM Partiyê wê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re serdana CHP û Partiya Yenîden Refahê bike.