Bi hezaran kes ber bi meydana Sihhiye ve dimeşin

Komên ku dixwaze qurnefîlan deynin herêma duh komkujî lê hat kirin, ber bi meydana Sihhiye ya Enqereyê ve dest bi meşê kirin.

Komên ku dixwaze qurnefîlan deynin herêma duh komkujî lê hat kirin, ber bi meydana Sihhiye ya Enqereyê ve dest bi meşê kirin.

Welatiyên dixwazin biçin ber Gara Trenê ya Enqereyê û aştîxwazên duh lê hatin qetilkirin bibîr bînin, rastî êrîşa polîsan tên. Koma ku parlamenterên HDP'ê Muslum Dogan û Sirri Sureyya Onder û namzetê parlamenteriyê Mûstafa Sarisuluk jî di nav de, piştî aliyê Sihhiye kom bû, ji bo biçe cihê teqîn lê hatiye kirin, dest bi meşê kir, lê rastî astengiya polîsan hat.

Ji ber ku polîsan destûr nedan, kom vegeriya û ji bo beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyan bibe berê xwe da Meydana Sihhiye.

Beriya meşê Sekreterê Giştî yê Genel-Îş a DÎSK'ê Remzî Çalişkan daxuyaniyek da û got, "Li hemberî aştîxwazên duh ji çar aliyên Tirkiyeyê hatin, êrîşên bombeyî yên namerdî hatin kirin. Bi van êrîşan re dilê me parçe kirin. Yên ku duh tedbîreke ewlekariyê ya biçûk negirtin, ji bo nehêlin em qurnefîlan deynin, artêşek li vir bi cih kirine. Em ê bi hezaran werin vê derê, qurnefîlan deynin û bi vî rengî bersivê bidin kujeran. Em vê nêzîkatî û astengiya li pêşiya oxirkirina cenazeyên me, qebûl nakin."

Piştî vê daxuyaniyê girseya gel bi qîrîna dirûşma "Li dijî faşîzmê em bi hev re rabin", "Kujer Erdogan", "Gel aştiyê dixwazin, Qesr şer dixwaze" ber bi Sihhiye ve meşiya.

DEMÎRTAŞ QURNEFÎL DANÎ MEYDANÊ

Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û nûnerên saziyan ên pê re jî, tevî hemû astengî û êrîşên polîsan, qurnefîl danîn meydanê. Piştî danîna qurnefîlan Demîrtaş û heyeta pê re ber bi Meydana Sihhiye ve meşiyan.

Bi hezaran kesên li herêma nexweşxaneyan ku li benda birîndaran e, ber bi qada bîranînê ve meşiyan.