Sariyildiz: Ewropa ji komkujiyê berpirsyar e

Sariyildiz ê HDP'yî li panela li Strasboûrgê axivî û destnîşan kir, ku AKP li Kurdistanê şerekî bê exlaq dimeşîne. Sariyildiz diyar kir, ku Ewropa jî ji ber bêdengiya xwe berpirsyar e.

Çalakiya rûniştinê ya bi pêşengiya TJK-E û KCD-E bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û dostên wan re li ber avahiyên Konseya Ewropa (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Komîteya Pêşîgritina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) tê lidarxistin, di roja sêyemîn de ye.

Di roja sêyemîn a çalakiyê de bi tevlîbûna Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz re, panelek hat lidarxistin.

'BERXWEDANA XURT, ŞERÊ BÊ EXLAQ'

Sariyildiz da xuyakirin, ku li Cizîrê gel li ser navê nirxên mirovahiyê berxwedaneke xurt nîşan daye û anî ziman, dewletê jî bi awayekî bê exlaq li hemberî gel şer kiriye. Sariyildiz got, "Li wêneyên ji Cizîrê hatin weşandin binêrin. Çi cudahiya wê ji Elmanya 1940, ji Spanya 1970 yan jî ji Beyrûdê heye? Her der hatiye şewitandin û xerakirin. Dewlet radibe bi vê yekê re pesnê xwe dide. Ev helwesteke bê exlaq e."

'WELATÊN EWROPA JÎ BERPIRSYAR IN'

Sariyildiz got, "Di komkujiyê de para me hemûyan heye" û ev nirxandin kir: "Belê, berxwedaneke xurt hat nîşandan. Gelê me serî netewand. Dewleta Tirk extiyar, ciwan, zarok mirovên sivîl qetil kir. Li jêrzemînên wehşetê mirov hatin şewitandin. Ji ber ku li hemberî vê komkujiyê me dengê xwe bi têrkerî bilind nekirin, ji ber ku me nikarîbû pêşî lê bigirin, em jî berpirsyar in. Welatên Ewropayê jî, ji ber ku bêdeng ma, ew jî berpirsyar in."

Piştî panelê, bi sedan kesên ji konan derketin, bi qîrîna dirûşmeyan komkujî protesto kirin.

WÊ BI MÛÎSNÎECKS RE HEVDÎTINÊ BIKE

Çalakî wê heta roja Yekşemê bidome. Sariyildiz jî di nav de heyet wê bi Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê Nîls Mûîsnîecks re hevdîtinê bike.