Operasyonên qirkirina siyasî: 5 kes hatin girtin
Li Wan, Manîsa û Erzîromê ji binçaviyan 5 kes hatin girtin.
Li Wan, Manîsa û Erzîromê ji binçaviyan 5 kes hatin girtin.
Li navçeya Wan Erdîşê, Nûnerê MEYADER ê Erdîşê Tekîn Hezer jî di nav de 3 kesên duh di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, piştî ragirtina li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê sewqî Edliyeya Erdîşê hatin kirin. Dozgerî xwe spart gotinên şahidê veşartî û bi daxwaza girtinê ew radestî dadgehê kir. Dadgehê jî her sê kes girt û şand Girtîgeha Tîpa M ya Wanê.
Li Manîsayê jî, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Yûnûs Emre Seracettîn Hessas ê di 21'ê Sibatê de hatibû binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hatibû berdan, lê ji ber dijderketina Dozgeriya Manîsayê careke din hat binçavkirin û radestî Edliyeya Manîsa hat kirin. Hessas jî ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Li navçeya Erzîrom Xinûsê, Berzan Kûşarslan ê par di 23'ê Nîsanê de beşdarî merasîma cenazeyê Îlhan Guzeller (Şoreş Xinis) ê YPG'yî bû, bi hinceta posterê Guzeller rakiriye ketibû ber lêpirsîna dozgeriyê û di dawiyê de hat girtin.