Patrîkê Keldanî: Guhertina Saddam bi yekî din re têrê nake

Patrîkê Keldanî Sako yê I. rexneyên tund li polîtîkaya vekirina deriyên Ewropa li Xiristiyanan kir û anî ziman, ku divê Ewropa ji bo jiyaneke însanî ya Xiristiyanan li ser xaka xwe, bikeve nava hewldanan.

Patrîkê Keldanî Sako yê I. rexneyên tund li polîtîkaya vekirina deriyên Ewropa li Xiristiyanan kir û anî ziman, ku divê Ewropa ji bo jiyaneke însanî ya Xiristiyanan li ser xaka xwe, bikeve nava hewldanan. Sako yê I. diyar kir, li Rojhilata Navîn 'bi guhertina rejîman' re demokrasî nayê û di wê baweriyê de ye, ku Xiristiyan û Misilan wê zû bi zû li hev nekin.

Patrîkê Dêra Keldanî Loûîs Raphael Sako yê I. ji qenala N-TV ya Elman re axivî û destnîşan kir, ku divê welatên rojavayî beriya her tiştî ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve çeteyên DAIŞ'ê têk bibin.

'ROJAVA XIRISTIYANÊN LI ROJHILATA NAVÎN JI KOKA WAN RADIKE'

Loûîs Raphael Sako yê I. da zanîn, ku welatên Ewropayê li şûna vekirina deriyên xwe li penaberan, divê ji bo jiyaneke însanî ya li ser axka xwe bikevin nava hewldanan û ragihand, Xiristiyan ji koka xwe tên rakirin.

Patrîkê Keldanî got, "Çima welatên rojava xwe dispêrin stratejiyeke ku mirovan ji kevneşopî, çand û koka ola xwe qut dike? Çima Ewropa hewl nade ku mirov li mala xwe bimînin? Çima ti kes ji bo çareseriyeke polîtîk a cidî nakeve nava hewldanan?"

'GUHERTINA SADDAM HUSEYÎN BI YEKÎ DIN RE TÊRÊ NAKE'

Sako yê I. destnîşan kir, ku li Rojhilata Navîn bi tenê bi guhertina rejîman re demokrasî nayê welatan û anî ziman, ku ev stratejî pirsgirêkan zêde dike. Patrîk got, "Yên demokrasiyê dixwazin divê mirovan di vî warî de perwerde bikin" û da xuyakirin, ku ji bo vê projeyê jî sal pêwîst in.

Patrîkê Keldanî wiha dewam kir: "Guhertina Saddam Huseyîn bi yekî din re têrê nake. Rojava xwedî berjewendiyan e. Dibe ku Rojava dixwaze Rojhilata Navîn têk biçe."

'BAŞIYA HERΠMEZIN TÊKBIRINA DAIŞ'Ê JI ALIYÊ LEŞKERÎ Û ÎDEOLOJÎK E'

Patrîkê Keldanî bibîr xist, ku hejmara Xiristiyên wextekê li Iraqê zêdeyî mîlyonekê bû, niha 400 hezar e û ragihand, gelek bajar û herêm bûye êdî lê jiyan nabe. Patrîk destnîşan kir ku başiya herî mezin a welatên Ewropa li Xiristiyanên li Rjhilata Navîn û mirovên ji baweriyên din bike, têkbirina çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve ye û xwest, piştî vê têkbirinê pêvajoya ji nû ve avakirinê were destpêkirin.

'MISILMAN Û XIRISTIYAN WÊ ZÛ BI ZÛ LI HEV NEKIN'

Loûîs Raphael Sako yê I. da xuyakirin, ku Xiristiyanên li Iraq û Sûriyeyê û mirovên ji baweriyê din zû bi zû wê li hev nekin û diyar kir, Misilmanên Ereb ên hevkarî bi çeteyan re kirin dest danîn ser mal û xaniyên cîranên xwe. Sako yê I. diyar kir, vê rewşê rê li ber travmayeke mezin vekiriye û destnîşan kir ku ji bo civak hînî jiyana bi hev re bibe divê were perwerdekirin.

'ÇARESERIYA HERÎ BAŞ SÎSTEMA KONFEDERAL E'

Patrîk herî dawî da xuyakirin, ku bi sîstemeke konfederal a ji herêmên Kurd, Şîa û Sûnî re dikare pêşî li parçebûna Iraqê were girtin û ragihand, Xiristiyan jî wê ji bo jiyana bi van civakên demokrasiya xwe bi pêş bixînin re, li hev bikin.