Li Stenbol û Agiriyê 11 kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê di serdegirtinên malan de 10 kes hatin binçavkirin. Li Agiriyê jî kedkarekî tenduristiyê di wesayîta xwe de hat binçavkirin.
Li Stenbolê di serdegirtinên malan de 10 kes hatin binçavkirin. Li Agiriyê jî kedkarekî tenduristiyê di wesayîta xwe de hat binçavkirin.
Li navçeyên Stenbol Esenyûrt û Buyukçekmeceyê, polîsan avêtin ser gelek malan û herî kêm 10 kirin bin çavan.
Li Agiriyê, endamê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Mehmet Saît Dogan, danê vê sibehê wesayîta wî li navçeya Xemûrê hat sekinandin û hat binçavkirin. Li ser sedema binçavkirin û cihê Dogan niha lê tê ragirtin de ti agahî nehatin bidestxistin.