Li Parlamenta Eyaletê ya Bremenê pêşnûmeyên li ser 'terora AKP'ê'

Li Bremenê, pêşnûmepirsên Partiya Çep a li ser zext û terora AKP'ê hat nirxandin.

Partiya Çep di pêşnûmepirsên xwe yên pêşkêşî Parlamenta Eyaleta Bremenê kir de, bal kişand ser terora dewletê ya li Bakurê Kurdistanê.

Di çar pêşnûmeyên cuda de ev daxwazhat kirin: "Eşkerekirina cînayeta Tahîr Elçî û hemû cînayetên din ên siyasî; rakirina zextên li ser azadiya çapemeniyê; serbestberdana girtiyên siyasî; Hikûmeta Elman, Komîsyona Ewropa û Yekîtiya Ewropa di têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re giraniyê bidin ser mijarên mafên mirovan, demokrasî, hiqûq, azadiya çapemeniyê." Di pêşnûmeyan de hat destnîşankirin, ku li ser van hemû mijaran, bi rêya Parlamenta Federal zext li AKP'ê were kirin.

Pêşnûmeyên bi îmzeyên parlamenter Cîndî Tûncel, Klaûs Reîner Rûpp, Krîtîna Vogt, li Meclîsê hat nîqaşkirin.

'SIVÎL TÊN QETILKIRIN, ROJNAMEVAN TÊN GIRTIN'

Tûncel ji bo sedema pêşkêşkirina pêşnûmeyan de işaret bi êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina gelê Kurd kir. Tûncel da xuyakirin, ku gelek sivîl ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetlikirin û cînayetên siyasî hatine kirin, Berpirsyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Cûmhûriyetê Can Dundar jî dinav de gelek rojnamevan hatine girtin.

Parlamenterê li ser navê CDU mafê axaftinê wergirt, bal kişand ser pirsgirêka penaberan û diyar kir, ku ew ê dengê 'na' bidin pêşnûmeyê.

Nûnerên komên partiyên din jî dan xuyakirin ku Tirkiye ji Yekîtiya Ewropayê (YE) dûr ketiye û gotin, "Nepêkane ku Tirkiyeyek bi Erdoganê alîgirê tundiyê bibe endamê Yekîtiya Ewropayê."

Di dengdayînê de Partiya Çep (Die Linke) û Partiya Lîberal Demokrat (FDP) ji temamiya pêşnûmeyan re dengê 'erê' bi kar anîn. Hevparên hikûmetê Partiya Keskan (Budnis90/Die Grune) û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ji xalên yekemî û duyemîn re dengê 'na' ji du xalên mayî re jî dengê 'erê' bi kar anîn.