Dewleta Tirk li Hambûrgê hat şermezarkirin

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, di çarçoveya hefteya çalakiyan a bi şiyara 'Em komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê dike bisekinîn' de, li ber Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê mîtîngek hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, di çarçoveya hefteya çalakiyan a bi şiyara 'Em komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê dike bisekinîn' de, li ber Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê mîtîngek hat lidarxistin.

Çalakî ji aliyê bi dehan saziyên li bajêr ve hat organîzekirin û bi sedan kes beşdar bûn. Qisekeran bal kişandin ser pêkanîn û nêzîkatiyên faşîst ên dewleta Tirk û destnîşan kirin, ku di serî de hikûmeta Elmanya divê hemû dewletên Ewropayê li hemberî desthilatdariya Erdogan helwestê nîşan bidin.

Di dawiya mîtîngê de ji bo meşa roja Şemiyê saet 14:00 a li Hachmannplatzê banga tevlîbûnê hat kirin.

...